Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a bajarê Kobanê destnîşan kir ku ji ber êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi hezaran koçber ji malên xwe derketin li bajarê Kobanê di dibistanan û malan de bi cih bûn, ji ber wê 72 hezar xwendekar ji mafên xwe yên xwendinê bê par mane.

Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji xwendinê bê par in
26 sibat, 2026   06:40
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Êrişên ku ji 6`ê Çileyê de li her du taxên Kurdî yên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, pêlên xwe gihîşt bajarê Dêr Hafirê. Ruxmî ku Fermandariya QSD`ê ragihandibû ku wê ji rojavayî çemê Firatê vekişe, lê di 17`yê Çileyê de komên ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve ku fermana xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirt, dest bi êrişekê li ser bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrezor û Hesekê kirin ku pêla van êrişan gihîşt bajarê Kobanê jî. Bajarê Kobanê ji 20`ê Çileyê ve ji hemû aliyan ve di dorpêçê de ye.

Xelkên gundewarên Kobanê ji ber êrişan koçberî bajarê Kobanê bûn, di nava dibistan, mizgeft, baxçeyên zarokan, nexweşxane, dikan û hin ji koçberan jî di nava malên Kobanê de bi cih bûne, hin ji wan malan hene heta 6 malbat di nava hev de jiyan dikin.

Têkildarî girtina dibistanan û xwendekarên ku ji mafên xwe yên perwerdehiyê, ji ber êrişên li ser herêmê, bê par mane, Rêveberiya Giştî ya Dibistanên bajarê Kobanê Ezîze Ismaîl ji ANHA`yê re axivî.

`72 HEZAR XWENDEKAR JI XWENDINÊ BÊ PAR MANE`

Ezîze Ismaîl diyar kir ku: "Bi hezaran malbat ji malên xwe derketin, koçberî navenda bajarê Kobanê bûne, ew li dibistan, mizgeft, baxçeya zarokan û hwd de bi cih bûn. Koçberên ji bajarên weke Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û koçberên ku li Kampa Til El Semin ên di nava xwe de koçberên Girê Spî dihewand, hemû berê xwe dan navenda bajarê Kobanê û li wir di dibistanan de cih bûne."

Ezîze Ismaîl destnîşan kir ku diviyabû di 25`ê Çileyê werza duyemîn a dibistanên dest pê kiriba û wiha got: "Werza yekem a sala xwendinê di 15`ê Çileyê de bi dawî bûbû û dihat plankirin ku wê di 25`ê Çileyê de werza duyemîn jî dest pê bikira. Lê ji ber êrişên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, hemû xelk ji malên xwe koçber bûne, di dibistan û cihên din ên cuda de bi cih bûne, lewma hemû xwendekar dûrî xwendinê û perwerdeyê bûne. Li ser asta kantona Firatê 572 dibistan hatine girtin, 72 hezar xwendekar jî dûrî xwendinê ne, ew jî ji ber êrişan e."

Ezîze da zanîn ku li asta kantona Firatê ku di nava xwe de Eyn Îsa, Sirîn, Çelebiyê, Qinê û Şêran, gundewar û bajarokên girêdayî wan hene, bi giştî 72 hezar xwendekarên Seretayî, Navîn û Amadeyî lê hebûn. Di encama êrişan de 72 hezar xwendekar ji xwendin û perwerdekirinê bê par man e.

Ezîze destnîşan kir ku divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin û got: "Divê lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyeyê de biçe serî, da ku aramî û ewlehî li herêmê çêbibe, ji bo hemû koçber vegerin mal û milkên xwe û em karibin dibistanan vebikin."

(fr)

ANHA