‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’

Şêniyên Rojava parastina tax û bajarokên xwe berdewam dikin. Şêniyan diyar kir ku heta ku peyman were bicihanîn û mafên wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin garantîkirin ew ê xebatên xwe dewam bikin.

‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
‘Heta ku mafên Kurdan di destûrê de werin bicihkirin seferberî dê bidome’
26 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên Rojava ku tev li seferberiya giştî bûne, tax û gundên xwe li hember her êrişeke li dijî hebûn û destkeftiyên xwe diparêzin. Der barê mijarê de şêniyên gundê Aliyan ê Çilaxayê diyar kir ku seferberiya wan ji bo parastina herêma wan e. Şêniyan destnîşan kir ku peymana entegrasyonê li gorî taybetmendiyên herêma Kurdan hîn bi tevahî nehatiye bicihanîn.

Şêniyê bi navê Merwan Reşîd diyar kir ku ji dema destpêkirina êrişên mezin ên komên hikumeta demkî ve li dijî herêmê hatine destpêkirin, şênî tev li seferberiya giştî bûn û herêmên xwe parastin. Reşîd destnîşan kir ku yekitiya Kurdan ew êriş rawestandine, lê şertên peymanê hîn bi tevahî nehatine bicihanîn.

Şêniyê bi navê Hemza Yûnis jî dema ku li bajarokê xwe Abrê erka xwe yê parastinê pêk dianî, diyar kir ku parastina herêmê erkeke neteweyî û exlaqî ye. Yûnis da zanîn kir ku şênî dê her tim di amadebaşiyê û hişyariyê de bin heta ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin bicîh kirin, û bang li dewletên garantor kir ku zextê bikin da ku peymana 29`ê Çileyê were pêkanîn.

Her wiha Hisên Ebdela diyar hikumet demkî ji bo pêkanîna peymanê ne bi biryar e, lewma gefa êrişê hîna jî heye. Ebdela diyar kir ku şênî dê 24 demjimêran parastina deverên xwe bikin û ji bo her bûyerke li dijî hebûn û destkeftiyên wan amade ne. Her wiha soz da ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.

Di 17`ê Çileyê de hikumeta demkî êrişî deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava kir. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk seferberiyeke giştî ragihand û gelê Rojava, bi desteka gelê parçeyên din ên Kurdistanê û dîasporayê, bersiva seferberiyê da.

(k)

ANHA