13 wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

Dewriyeyek Îsraîlê ya ji 13 wesayîtên leşkerî pêk tê ketina gundewarê bakurê Quneytîrayê.

13 wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê
25 sibat, 2026   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 13 wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî herêma Kesarat a di navbera bajarokên Cebata El Xeşeb û Ufanyayê de bû.

Dewriyeyê berî ku ber bi nuqteya Heraş Cebata El Xeşeb a li bakurê Quneytîrayê bikişe, rêwiyên diçûn û dihatin kontrol dikirin, lê tu kes nehat girtin.

Di çarçoveyeke têkildar de, SOHRˊê vê sibê belge kir ku hêzên Îsraîlê şivanek di navbera gundên Kondina û Barîqa de ya li gundewarê başûrê Quneytrayê girt, heta niha tu agahî li ser aqûbeta wî nîn in.

(ac/fr)

ANHA