Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e

Gelê bajarê Kobanê diyar kir ku Kobanê di dorpêçê de ye, ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê tevî vê yekê jî ew li ber xwe didin û got; "Tevî qutkirina her tiştî, lê berxwedana Kobanê wê dijmin têk bibe."

Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
Li Kobanê ne xwarin, ne vexwarin, ne internêt, lê berxwedanî xurt e
23 ÇILE, 2026   11:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Gelê bajarê Kobanê  ji sê aliyên ve êrişên pêk tên û aliyê çaremîn jî ji sînorê dewleta Tirk a dagirker e. Çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk êriş dikin û bajarê kobanê ketiye dorpêçeke herî giran. Li Kobanê av, xwarin, vexwarin û internêt tune ye. Lê tevî her tiştî gel bi hemû hêza xwe li ber xwe dide.

Têkildarî rewşa li Kobanê, gel nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Cîhan Rifet anî ziman ku ew ji Efrînê ye û di gelek caran de êşa koçberiyê dîtiye û wiha got: "Em her tim di koçberiyê re dibin. Armanca dijmin tunekirina gelê Kurd e. Em gelê Kurd, destê xwe bixin destê hev du û dijmin di Kobanê de têk bibin . Xwarin, vexwarin, kehrebe û intenêt tune ye. Gel di rewşeke herî xirab re derbas dibe."

`HER KURDEK BILA BIBE YEK RIH, YEK CAN JI BO KU DIJMIN TÊK BIBIN`

Cîhan Rifet bang li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku ji bo Rojava, bi taybet ji bo Kobanê yek rih, ye dil û yek can bin, dijmin têk bibin û got: "Divê tevahî Kurd berê xwe bidin Kobanê, da ku dijmin têk bibin û ji Kobanê ve dest bi avakirina Kurdistanê bikin."

Henan Bekî destnîşan kir ku ew ê heta kêliyê dawiyê li ber xwe bibin û çawa di 2014`an de çeteyên DAŞI`ê têk bir û ew ê dîsa di Kobanê de dawiyê dijmin bînin û wiha got: "Çeteyên hikumeta demkî û çeteyên Tirkiyê hemû DAIŞˊiyên di zindanan de berdan û êrişî Kurdan dikin. Gelê Kobanê di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê têk bir, niha hemû cîhan deyndarên gelê Kobanê ye. Divê gelê Kurd tevahî rabe ser pêyan û piştgiriya gelê Kobanê bike."

`TEVÎ DORPÊÇÊ, EM Ê LI BER XWE DIDIN`

Cîhan Mislim anî ziman ku tevî Kobanê di dorpêçê de ye, ne av, ne xwarin, ne vexwarin, ne intertên, lê tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin û diyar kir ku: "Em ê heta kêliya dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin. Êdî dem dema serkeftinê ye, em ê pozê dijmin di Kobanê de li erdê bidin."

Ferîde Omer jî got ku ew ê bi hemû awayî li ber xwe bidin û xeyalên dijmin di Kobanê de têk bibin û wiha got: "Em xwedî hêz in, li pişta şervanên xwe ne. Em hêz û morala xwe ji şervanên xwe digirin û şervanên me jî ji me digirin. Rast e her tişt li ser me hatiye qutkirin, lê em ê li ber xwe bibin heta can di me de heye. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê bi ser bikevin û dijmin tune bikin."

(fr)

ANHA