Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin

Li Kobanê bi diruşma ′Bi ruhê Stêrvan û Vejîn azadiya bi ser bixe û Rêber Apo azad bike′ Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêran hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de çalakiyên hunerî, werzîşê û çandî yên curbecur hebûn.

Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
Li Kobanê Mîhrîcana 4′an a Şehîd Stêrvan hate lidarxistin
31 cotmeh, 2023   16:34
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan bi beşdariya bi dehan ciwan û gelek komên hunerî mîhrîcan li Qada Jina Azad a Kobanê li dar xist.

Di mîhrîcanê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Feryal Temê lidarxistina mîhrîcanê li şehîd, Rêber Abdullah Ocalan û gelê herêmê pîroz kir.

Feryal got pêwîstî bi bilindkirina têkoşîna şoreşgerî di tevahî aliyan de heye û divê her tim jina pêşengî di her xebatekê de li pêş be.

Feryal bal kişand ser girîngiya dewamkirina xebatê û têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ger em bi fîzîkî Rêbertî azad nekin em nagihînin azadiyê."

Dûre çalakiyên mîrhîcanê bi lîstikên kişik, duçerxe û lîstikên din dest pê kirin û piştre komên Şehîd Vejîn, Şehîd Baran, Şehîd Nûjiyan, Şehîd Viyan a Stran û Dîlana Folkorîk çalakiyên hunerî pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi diruşma "Jin, Jiyna, Azadî" bi dawî bû.

Organîzerên mîhrîcan ev çalakî diyarî pêngava cîhanê ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ kir.

Ev mîhrîcan di 24′ê Cotmehê de li Tebqayê jî hate lidarxistin.

(fr)

ANHA