Metirsî heye ku doza Silêman Ehmed jî wek a girtiyên Behdînanê lê were

Federasyona Ronos û Navenda Metro diyar kirin ku girtina rojnamevan Silêman Ehmed yek ji tawanên mezin ên li beramberî mafên mirov û azadiya fikrî ye û gotin: “Ev bûyer cihê fikaran û gumanê ye. Bi heman rengê doza rojnamevanên Behdînanê ye.”

Metirsî heye ku doza Silêman Ehmed jî wek a girtiyên Behdînanê lê were
31 cotmeh, 2023   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Mala Sindî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Ajansa Rojnews′ê bi amadebûna rojnamevan û nûnerên Federasyona Ronos û Navenda Metro têkildarî revandina edîtorê beşa Erebî yê Rojnews′ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Federasyona Ronos Hawkar Îzet axivî û got: “Girtin û windabûna rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed yek ji tawanên mezin ên li beramberî mafên mirov û azadiya fikrî ye. Em girtina rojnamevan Silêman Ehmed bi tûndî şermezar dikin û daxwaz dikin di zûtirîn dem de bê berdan.”

Hawkar Îzet got, nabe piştî şeş rojan ev tomet li Silêman Ehmed bên barkirin û daxwaz kir ku di zûtirîn dem de ew tometên li ser Silêman Ehmed hatine kirin werin rakirin. Hawar got, divê êdî rojnamevan nebin qurbanê nakokiyên siyasî û da zanîn ev dosya wê yekê nîşan dide ku Başûrê Kurdistan ji bo karê rojnamevaniyê ne cihekî ewle ye.

Piştre Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed jî revandina rojnamevan Silêman Ehmed bi tûndî şermezar kir û got: “Vê bûyerê li cem çalakvan û dezgehên ragihandinê fikar çêkirine. Tişta hatî dîtin ew e ku piştî derbasbûna şeş rojan di ser windabûna Silêman Ehmed re, duh bi şev asayîşa Dihokê bi rêya daxuyaniyekê hinek tomet xist ser rojnamevan Silêman Ehmed. Ev tomet ji bo me cihê gumanê ye, bi heman rengê doza rojnamevanên Behdînanê ye.”

Diyarî Mihemed da zanîn ku divê zextan zêdetir bikin û got: "Tirsa wê çendê heye ku ev doz jî wek a girtiyên Behdînanê lê bikin. Em daxwaz dikin ku ji vê zêdetir desthilatdarên herêmê di azadiya fikir û ramanê de paşde nemînin û Silêman Ehmed berde.”