Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de însiyatîfên Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Parêzerên Sûriyeyî yên ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê ya 3 rojan li dar xist.

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê çalakiya konvedanê
31 cotmeh, 2023   16:46
HELEB

Pêngava cîhanê ya Ji bo Azadiy Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan li seranserî cîhanê di 10`ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya kesayet û saziyên li ser asta navneteweyî û cîhanê dest pê kir. Pêngav fireh bû û heta niha hejmara navendan gihaşt 100`î. Her wiha gelek saziyên civakî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya pêngavê kir.

Di vê çarçoveyê de, însiyatîfên Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Parêzerên Sûriyeyî yên Ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya konvedanê bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li qada Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Şêniyên taxê, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl tev li çalakiya konvedanê bûn.

Li gor berpirsan, çalakî dê 3 rojan berdewam bike: ji îro heta pêncşemê. Wê peyamên beşdaran bên parvekirin. Semînerên hiqûqî têkildarî sûcên desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî yên ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan re bên lidarxistin. Her wiha belgefîm der barê jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan de werin pêşandan.

(şx)

ANHA