Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê di 4 salên dawîn de hewl dide bi rêya gelek daristanan rûbera keskahiyê li kantonê zêde bike û hawaya guncaw peyda bike.

Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin
15 adar 2024   05:37
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê hewl dide hawaya ziwa li herêmê kêm bike û çareseriyan ji bo erdên nîvçolistanî peyda bike.

Di gelek hemleyên salên dawîn de desteyê hewl da rûbera keskahiyê bi rêya çandina daran zêde bike, li dijî hawayeke ziwa hawayeke şilî pêk bîne, pileyên germahiyê yên bilind di havînê de kêm bike û pirsgirêka qirêjiya hawayê bi dawî bike.

Di rûbera 90 doniman de li gundê Til Xezal ê 10 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê desteyê 4 hezar û 500 darên wek sewlî û sinober (hûç) çandin, ku keskahiya wan jî domdar e. Navê 4'ê Nîsanê li wê daristanê hat kirin.

Li gundewarê rojava yê bajêr li gundê Mînas Desteya Jîngehê Daristana Şehîd Baz bi rûbera 100 donim 5 hezar dar çandin. Her wiha li Daristana Emel li gundê Xerxerî (18 kîlometre rojavayê Kobanê) bi rûbera 50 doniman 2 hezar û 200 dar çandin.

Her wiha bi 20 kîlometre li rojavayê bajêr, desteyê Daristana Şehîd Qere Omer bi rûbera 20 doniman hezar dar çandin.

Li gundê Şêx Çoban (14 kîlometre li başûrê bajêr) desteyê Daristana Şehîd Rustem bi rûbera 70 doniman 3 hezar û 500 dar çandin.

Li gundewarê rojhilat, desteyê 2 daristan ava kirin. Daristana Şehîd Botan li gundê Tehtik bi rûbera 20 doniman û 650 daran û Daristana Şehîd Xeyrî li gundê Xirab Işk bi rûbera 100 doniman û 5 hezar dar hatin çandin. Ev jî daristana herî mezin e wek Daristana Şehîd Baz a Mînasê.

Hemwextî wê, desteyê bi alîkariya welatiyan û di çarçoveya hemleya "Bibe hevalê jîngehê" de ya ku zivistana borî li dibistan, pêşdibistsn û saziyan li dar ket, 2 hezar û 500 dar çandin.

(mh)

ANHA