Navenda hiqûqî ya Sûriyeyê: Rapora NY'ê hîn di jêr asta sûcên şer ên Tirkiyeyê de ye

Rêveberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku NY'ê soz da ku der bare tundiya li dijî herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê de lêpirsînên zêde pêk bîne. Navendê anî ziman ku rapora komîteya lêpirsînê ya NYˊyê hîna di bin asta sûcên de ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin.

Navenda hiqûqî ya Sûriyeyê: Rapora NY'ê hîn di jêr asta sûcên şer ên Tirkiyeyê de ye
15 adar, 2024   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Lêpisrînê ya Sûriyeyê di raporeke xwe ya roja duşema borî de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in.

Di raporê de hat diyarkirin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim li dijî stasyonên enerjiyê, bûn sedem ku milyon kes di çend hefteyan de bê av û kehrebe bimînin. Ev yek binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye. Dewleta Tirk di êrişên asîmanî yên bi balafirên bêmirov de sivîl qetil kirin û ev sûc dikevin xana sûcên şer.

Der barê raporê de rêveberê Navenda Belgekirina Binpêkirinan Mustefa Ebdî ji ajansa me re wiha axivî: "Rapora Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî hîn jî negihîştiye asta hovîtiya sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker, rejîma Sûriyeyê û hevkarên wê li Sûriyeyê pêk tînin."

Ebdî wiha domand: "Di vê raporê de û li gorî raporên berê pêşketin heye. Ev nîşan dide ku komîteyê xebata xwe berfireh kiriye. Em bi tîma komîteyê û serokê wê re civiyan û rola me jî di amadekirina vê raporê de hebû."

Ebdî diyar kir ku ew rewşa civakên Sûriyeyê di serî de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, sûcên wê yên dermirovî, wêrankirina binesaziyê û çavkaniyên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên wê yên koçberkirina şêniyên herêmê û guhertina demografiya wê bi bihaneya pêkanîna 'herêma ewle' ji bo komîteyê vediguhêzin.

Ebdî wiha li gotina xwe zêde kir: "Me bang li komîteyê kir ku tîmên lêpirsînê û şopandina rastiyê bişînin herêmê da ku ew bi xwe bi malbatên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker re jî hevpeyivînan çêkin. Her wiha me rêbazên hêsankirina têkiliya qurbaniyan û malbatên wan bi komîteyê re, peyda kirine."

Di dawiya axaftina xwe de Ebdî got: "Soz hatine dayîn ku raporên bê berfirehtir bin. Her wiha bal li ser encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker wek hedefgirtina jiyanê li herêma Rêveberiya Xweser, hedefgirtina sivîlan, talankirina mal û milkên wan ên li deverên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê û koçberkirina şêniyên resen, bê kişandin."

(mh)

ANHA