Li Kampeke koçberên Şengalê şewat

Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê şewat derket. Di şewatê de zêdetirî 50 dikan şewitîn.

Li Kampeke koçberên Şengalê şewat
27 kanûn, 2025   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Rojnwsê’ê, di saet 05.00’ê ber sibehê de li Kampa Bacid Kendal a li Zaxoyê ku koçberên Şengalê tê de dimînin, şewat derket. 

Di encamê de 50 dikan şewitîn. Piştre bêyî ku ziyanek canî çêbe, şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin

Hat diyarkirin ku şewat ji ber temasa elektrîkê derketiye û di der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.