Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin

Di merasîma cenaze ya şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad de hate gotin, şehîd Bêrîtan nimuneya jina azad e.

Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Dêrikê hat oxirkirin
27 kanûn, 2025   14:22
QAMIŞLO

Şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad (Sarya Koabey) ya ku 20’ê kanûnê (2025) di encama nexweşiyê de şehîd bûbû bi merasîmekê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa yên kantona Cizîrê, tevî endamên saziyên sivîl cenazayê şehîd Bêrîtan ji Nexweşxaneya Nîştimanî ya Dêrikê wergirt û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve çûn.

Karwanê cenaze dema gihişt pakrewangehê ji aliyê girseyek mezin ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Hezîm Ebû Zeyd axivî û got: "Divê em têkoşînê berdewam bikin, li ser xeta şehîdan bimeşin û destkefiyên wan biparêzin ta civakeke azad ava bikin ku layiqî keda wan a mezin be."

Endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Yûsif Ehmed jî got : "Ji bo ku em mafên şehîdan û malbatên wan bidin wan divê em gavên şênber biavêjin, mîrateya wan biparêzin, çekê li hemberî dijmin rakin û destkeftiyên ku bi saya keda wan hatine bidestxistin biparêzin."

Ji fermandarên YPJ’ê Evîndar Dêrik jî behsa têkoşîna şehîd Bêrîtan kir û wiha got "Mînaka jina azad bû. Xwedî rihê têkoşîn û berxwedanê bû. Li hemberî hemû cûreyên zulma li dijî jinan tê dikoşiya. Her tim li hemberî feraseta bavikslarî radibû û fikrê azadiyê di nava jinan de belav dikir. Di hemû qadên civakî û rêxistinî de têkoşîn kir."

Piştre nasnameya şehîd Bêrîtan hat xwendin û cenazeyê wê bi dirûşman spart axê.

(b)

ANHA