Hêvîn Silêman: Armanca êrişan têkbirina peymanan e

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman diyar kir ku armancên êrişên li ser her du taxan têkbirina peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de ye. Hêvînê li dijî şerê taybet banga domandina têkoşînê li şêniyan kir.

Hêvîn Silêman: Armanca êrişan têkbirina peymanan e
27 kanûn, 2025   15:07
HELEB

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman der barê êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser her du taxan de civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da.

Hêvîn Silêman got: "Ji nêzî 4 mehan ve tevgerên çeteyên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demkî hene. Dixwazin pirsgirêkan derbixin û bê istiqrariyê çêbikin."

Hêvîn Silêman bi bîr xist ku çete tevî çekên xwe yên giran li derdora her du taxan bi cih bûne û êrişan pêk tînin. Her wiha anî ziman ku ew çete naxwazin ewlehî li Sûriyeyê çêbibe.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dewama axaftina xwe de got "Armanca wan çeteyan têkbirina peymana 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de ye. Çete her du taxan wekî xeleke lawaz dibînin, ji ber vê yekê êrişan dikin û şerekî taybet li dijî her du taxan dikin. Gelê her du taxan li hemberî êrişan bersiveke xurt da."

Hêvînê bal kişand ser îdiayên hikumeta veguhêz û çekdarên wê belav dikin ku dibêjin QSD’ê dest bi êrişan kiriye û ev bersiv da "Em jî dibêjin ku hikumeta veguhêz vê yekê baş dizane; li gorî benda 6’an a peymana 1’ê Nîsanê û bi amadebûna nûnerên hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser şervanên QSD’ê tevî çekên xwe ji her du taxan, ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve vekişiyan."

Hêvîn Silêman anî ziman ku yên her du taxan diparêzin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên her du taxan e.

Hêvîn Silêman di dewama axaftina xwe de îşaret bi peymanên agirbestê jî kir û wiha got "Di 22`ê kanûnê de peyman hat binpêkirin. Her du taxa û sivîlên wê hatin hedefkirin. Dron jî bi awayekî domdar li ser her du taxan digerin. Li vir em dibêjin ku armanca êrişkaran ne ewlehiya herêmê û pêkanîna lihevkirineke daîmî ji bo ewlehiyê ye. Em teqez dikin ku ev êriş ne rewa ne. Komên ku êrişan pêk tînin fermanan ji dewleta Tirk a dagirker digirin. Tirkiye jî naxwaze ewlehî li herêmê çêbibe.

Hêvînê bal kişand ser berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wiha domand "14 sal e têkoşîna şêniyên her du taxan dewam dike. Şêniyan di mercên herî giran de parastina taxê kir. Niha jî tax di bin ambargoyê de ne. Em bang li şêniyên xwe dikin ku li hemberî siyasetên şerê taybet têkoşînê berdewam dikin."

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got,  komên ku êriş dikin û îdiayên ne rast belav dikin, hewl didin taxê ji niştecihên wê vala bikin.

Hêvîn Silêman di dawiyê de ev peyam da "Berxwedan berdewam e. Lihevkirinên ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêdibin çeteyan bi hêrs dike."

(b)