Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê şevbuhêrkeke hunerî li kampa Berxwedan li dar xist.

Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
Li kampa Berxwedana şevbuhêrka hunerî
22 îlon, 2024   23:42
ŞEHBA

Di çarçoveya rêzeşevbuhêrkên hunerî yên ku Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê li gund û bajarokên kantonê dest pê kirine de, desteyê şevbuhêrkeke hunerî li kampa Berxwedan a koçberên Efrînê organîze kir.

Di şevbuhêrkê de rêveberê desteyê Henan Mihemed diyar kir ku berxwedan bi hemû awayên xwe didome û got: "Parastina çandê beşek ji têkbirina planên dijmin e."

Piştre komên beşdar govend û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Sibe jî li gundê Babinisê şevbuhêrk li dar dikeve.

(mh)