Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in

Şaredariya Gel a Reqayê ji plansaziya îsal ji sedî 65 projeyên qîrkirina rêyan û ji sedî 90 projeyên kanalîzasyonê li bajêr bi dawî kirine.

Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
Li Reqayê xebatên xizmetguzariyê berdewam in
23 îlon, 2024   06:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji bo plansaziya sala 2024'an dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kir. Ji wan projeyan qîrkirina rêyan û sererastkirina kanalîzasyonan e. Ji 2017ʹan ve anku ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞ'ê ev projeyên herî mezin in.

Di budceya îsal a kantona Reqayê de girîngî ji bo rewşa xizmetguzarî hat dayîn.

Serokê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Reqayê Xelîl El Ebo diyar kir ku Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê ji bo qîrkirina 53 kolanên sereke û nesereke 31 hezar metredam qîr veqetand. Ji wan 41 kolan bi dawî bûne û ji bo kolanên din xebat didomin.

Rêyên ku li bajêr hatine qîrkirin ev in: kolanên kevin, taxa Hesûn, kolana Sêfedewle û Mensûr, kolana Nûr, kolana Rehman a taxa Rimêle, rêya çerxerêya Berazî - Seken Şebabî, rêya sûra Reqayê, rêyên kolana Turuq û bi dehan kolanên nesereke.

Her wiha Şaredariya Gel a bajêr ji bo pînekirina kortên rêyan 2 hezar û 500 metredam qîr veqetand.

El Ebo diya kir ku Şaredariya Gel a bajêr ji bo qîrkirina rêya Şihade û ya Kornêş El Meşleb ku rojhilatê bajêr bi sûka hesin û sûka dewaran ve girê didin, amadekariyê dike. Ji bo wê jî  Yekitiya Şaredariyan 6 hezar metredam qîr veqetandiye.

Her wiha şaredariyê 11 projeyên sererastkirina kanalîsazyonan jî dane destpêkirin.

Girêdayî mijarê, boriyên xerabî yên kanalîsazyonan bi yên nû hatin guhartin.  Dirêjahiya xetên kanalîsazyonan ên li dehan taxên bajêr ku hatine sererastkirin û dê werin sererastkirin 18 kîlometre ye. Ji wan taxên Mensûra, herêma Mizgefta Şehîdan, taxa Sekene, taxa Ekrad, taxên bakurê rêya hesin, taxa Ferdos, taxên Dirîye û taxa Bedo ne.

Heta niha ji sedî 90 projeyên kanalîzasyonê li bajêr hatine bidawîkirin.

Têkildarî bidawîbûna projeyan El Ebo got: "Projeyên kanalîzasyonan dê di kêmtirî 10 rojan de bi temamî bi dawî bibin. Porjeyên qîrkirina rêyan jî dê heta nîva Mijdara 2024'an bidomin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêyên sereke yên ku bajarê Reqayê bi gundewar ve girê dide qîr kirin. Wekî rêya Reqa - Keramê (9 kîlometre) û rêya Reqa - Hezîme. Her wiha rêya Reqa - Tebqa jî hat tamîrkirin.

(mh)

ANHA