Îsraîlê balafirên bêmirov ên ji Iraqê derketine xistin

Îsraîlê balafirên bêmirov ên ji Iraqê derketin û gihaştin Teberiya û Bîsan xistin xwarê.

Îsraîlê balafirên bêmirov ên ji Iraqê derketine xistin
23 îlon, 2024   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî komên Iraqê di demeke berê ya nava rojê de gotibû ʹarmanceke zindîʹ ya Îsraîlê derbe kirine, dezgehên çapemeniyê ragihand ku Îsraîlê gelek balafirên bêmirov ên ji Iraqê derketine û gihaştina Teberiya û Bîsan xistine xwarê.

Her wiha Îsraîlê diyar kir ku ji eslê 4 balafirên bêmirov ên asîmanê Îsraîlê derbas kirine, 2 balafir xistine xwarê, her wiha hat destnîşankirin ku balafirekê jî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê hedef girtiye.

Li kêlek wê jî pergala parastinê ya Îsraîlê moşekeke kroz bêbandor kir.

(fr)