Li Japonya, Danîmark û Almanyayê bi meş û çalakiyên ji bo Rojava

Li Japonya, Danîmark û Almanayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrişên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, meşiyan. Di çalakiyê de banga piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava hate kirin.

Li Japonya, Danîmark û Almanyayê bi meş û çalakiyên ji bo Rojava
31 ÇILE, 2026   01:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên li ser Rojava bi çalakî û meşan piştgiriyên xwe didomînin.

JAPOYA

Kurdên ku li eyaleta Saitama ya Japonyayê dijîn û hevalên wan ên Japon li hember êrîşên li ser Rojava bêdeng neman. Di çalakiyên ku li pêşiya stasyonên Warabi û Nishi Kawaguchi hatin lidarxistin de, li dijî şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û çeteyên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyê peyamên bihêz hatin dayîn.

Di çalakiyan de sloganên

Rojava ne bi tenê ye” û

Em ê li dijî zulm û qetilê bêdeng nemînin

hatin bilindkirin. Beşdarên çalakiyan destnîşan kirin ku Kurdên li Japonyayê û gelê Japon ji bo dad, aşitî û rûmeta mirovatî li qadê ne.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku Kurdên li Japonyayê dê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên xwe bidomînin û dê tu carî li ber çeteyên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyê ser nedehin. Hêvî hate dayîn ku ev çalakî di rojên bê de jî bidomîne.

HORSENS

Li bajarê Horsensê ê herêma Midtjylland a Danîmarkayê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li qada Şaredariyê meş li dar xistin.

Xwepêşandar dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava, Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Yek e ,yek e, yek e Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, di nava bajêr de meşiyan. Bi Danîmarkî û bi Îngîlîzî  dirûşmeyên piştgiriya bi Rojava re hatin berzkirin. Hindek ji xwepêşandaran bi Danîmarkî û bi îngîlîzî li ser rewşa Rojava axivîn û peyamên gelek giring dan raya giştî ya Danîmarkî.

Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ya li dijî çeteyên Şamê û Tirkiyeyê li Helsînkiyê meşiyan.

HELSÎNKÎ

Meşa ku ji aliyê rêxistinên Fînî yên dost ve hat organîzekirin gelek Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê jî piştgirî danê. Çalakî li navenda bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê destpê kir û bi meş heya ber parlamentoyê dewam kir. Di meşê de êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk tên kirin bi dirûşmeyan hat protestokirin.

Li ber parlamentoyê daxuyanî hatin dayîn û piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin. Ji ber bêdengiya li dijî êrişên qirkirinê ya çeteyên Şamê û Tirkiyeyê li ser gelên Rojava, welatên Ewropayê hatin rexnekirin

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Li gelek bajarên Almanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên piştgiriyê hatin li dar xistin. Kurd û dostên wan navendên bajaran dagirtin, êrîş şermezar kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsiyariya xwe bîne cih.

STUTTGART

Li Stuttgartê bi pêşengiya TJA-E’yê li Schlossplatzê çalakiyeke konvedanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û beşdar li ser êrîşên li dijî Rojava hatin agahdarkirin. Piştî çalakiyê ku heta saet 18:00’an berdewam kir, bi tevlibûna Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî meşek hate destpêkirin. Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin; jinan di rêza herî pêş de erbane lêdan û stranên şoreşê gotin. Ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê yên li ser jinan, qumaşekî 10 metre dirêj ê bi rengên kesk, sor û zer hat hûnandin. Meş heta Rotebühleplatzê berdewam kir; dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Eylem bi banga meşa sibê saet 13:00’an a li Lautenschlager Straße bi dawî bû.

MANNHEIM

Li Mannheim Schlossplatzê bi banga NÇM-Mannheimê çalakiyek hate lidarxistin û bi hezaran kes tevli bûn. Dorpêça Kobanê, ambargo û komkujiyên Helebê hatin protestokirin. Dirûşmên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kurdistan Yek e”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn. Mîtîng bi pankart û flamayên nûnerên saziyên Kurdistanî, Die Linke, MLPD û komeleya ProMigra Mannheimê li Altefeuerwacheyê bi dawî bû.

FREIBURG

Li navenda bajarê Freiburgê bi hezaran kes hatin cem hev û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava nîşan dan. Di çalakiya bi pêşengiya jin û ciwanan de dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Dostên Alman jî di qadan de bûn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku heta rewşa li Rojava neguhere dê çalakî berdewam bikin û ji bo çalakiyeke nû ya sibê saet 13:30’an bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda bang hat kirin.

KIEL

Li Kielê li Asmus-Bremer-Platzê mîtîngek bi tevlibûna Kurdan û dostên wan hat lidarxistin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava polîtîkayeke qirkirinê ya pergalî ye ku gelê Kurd dike armanc. Dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin. Beşdaran diyar kirin ku ew ê xwedîderketina li berxwedana Rojava berdewam bikin.

BERLÎN

Li paytext Berlînê, li dijî êrîşên komên çete yên ser bi Hikûmeta Veguhestî ya Sûriyeyê, Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev. Mîtînga ku li ber avahiya Meclîsa Federal a Berlînê dest pê kir û piştre veguherî meşê, bi hezaran kes tevli bûn. Beşdaran flamayên YPG û YPJ’ê hildan û dowîzên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Bila êrîşên li ser gelê Kurd werin rawestandin” hilgirtin. Çalakî bi banga hevpar a saziyên mîna Nav-Berlîn, Meclîsa Jinê ya Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava, Ceni û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê hat li dar xistin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku ev êrîş sûcekî li dijî mirovahiyê ne û bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bêdeng nemînin. Çalakvanan diyar kirin ku êrîş vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan, bi taybetî jî ya jinên Kurd dike armanc. Bala mirovan kişandin ser rola dewleta Tirk û hat gotin ku ev nêzîkatî li dijî pêvajoyên aştiyê û demokratîk ên li Tirkiyeyê jî êrîşek e. Protesto li Alexanderplatzê bi peyamên piştgiriyê bi dawî bû.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurtê çalakiyên piştgiriyê yên li dijî êrîşên ser Rojava bê navber didomin. Îro li navenda bajêr, li ber Hauptbahnhofê bi hezaran kes civiyan û meşa piştgiriyê li dar xistin. Ciwan û jinan pêşengiya meşê kirin; bi flamayên YPJ’ê, alayên Rojava û dowîzên “Jin, Jiyan, Azadî” komên gel bi rê ve birin. Di nava du saetan de kitleya bi coş bi dengekî bilind dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava!”, “Rojava direniyor, Frankfurt uyanıyor!” û “Es lebe die kurdische Frauenrevolution!” qîrîn. Almanên dost û enternasyonalîstan jî cihê xwe di nav girseyê de girtin. Girseyê bi biryardarî got: “Heta destkeftiyên Rojava werin parastin û êrîş bisekinin, em ê kolanên Frankfurtê neterikînin.” Bang li raya giştî hat kirin: “Bêdeng nemînin, nebin hevparê qirkirinê.” Meş li Hauptwacheyê bi dawî bû û hat ragihandin ku sibê saet di 14:00’an de dê dîsa li ber Hauptbahnhofê werin cem hev.

POTSDAM

Li bajarê Potsdam ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrîşên ser gelê Kurd û qirkirina li Rojava çalakiyek hat li dar xistin. Beşdaran flamayên YPG û YPJ’ê hildan û dowîzên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Bila êrîşên ser Kurdan bisekinin” hildan. Di axaftinan de hat diyarkirin ku tiştên li Rojava diqewimin sûcê mirovahiyê ne û Yekîtiya Ewropayê divê bêdeng nemîne. Çalakvanan daxwaz kir ku YE li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê helwestekê nîşan bide û ji bo parastina mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd gavên şênber biavêje. Hat dîtin ku çalakî bi awayekî aştiyane berdewam kir û hêzên ewlehiyê li dora avahiyê tevdîr girtin. Hate ragihandin ku heta daxwazên wan werin qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Almanyayê, bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li hev kom bûn. Çalakî li Hannover Hauptbahnhofê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de komkujiyên ku sivîlan hedef digrin û sûcên şer hatin protestokirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana YPG, YPJ” hatin berzkirin. Beşdaran peyamên piştevaniyê bi gelê Rojava re dan. Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

AWUSTURALYA

Li bajarê Graz ê Awusturalyayê, bi sedan Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava meşek li dar xistin.

Di meşê de balê kişandin ser krîza mirovî û dorpêça li herêmê. Her wiha pankartên ku sûcên mirovahiyê yên komên çete HTŞ û DAÎŞ’ê teşhîr dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê û berxwedana Rojava hate kirin û banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Her wiha ji Başûr, Rojhilat û Bakur, peyamên bi Kurdî, Soranî û Tirkî hatin xwendin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku biryara agirbestê ya li Rojava, heta ku gavên şênber neyê avêtin wê pêk neyê û hate destnîşankirin ku divê çalakî dewam bikin.