Malbata Erebo: Têkoşîna me li ser rêya şehîdan berdewam e

Malbatên şehîd Hêva Erebo û Dilawer Erebo sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe li ser rêya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Malbatan destnîşan kir ku bi hezaran ciwan û jin dê li ser şopa şehîdan bimeşin û bi ser bikevin.

Malbata Erebo: Têkoşîna me li ser rêya şehîdan berdewam e
6 sibat, 2025   10:29
HESEKE
CAN ÎLÊWÎ

Di 27’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê êrişî endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salîha Viyan) û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Dilawer Erebo (Hogir Dirbêsiyê) kir û di encamê de şehîd bûn.

Malbata Erebo destnîşan kir ku her du şehîd bi salan e di nava Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk de di nava têkoşîna siyasî û têkoşîna jinan de cih digirin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker pêşengên civakê û şervanên azadiyê dike hedef û ev êriş wek parçeyekî siyaseta dewleta dagirker a ji bo ferzkirina dagirkeriyê ya li ser herêmê bi nav kir.

Pismamê her du şehîdan Numan Erebo der barê mijarê de got: “Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn û bi rêbazên qirêj êrişî sivîl, siyasetmedar û xebatkarên çapemeniyê dike. Her du şehîdan bi salan xebata siyasî kirin. "

Di berdewamiya axaftina xwe de Numan Erebo diyar kir ku malbata wî dê têkoşîna li ser rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

Xwişka şehîd Dilawer Zozan Erebo êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser siyasetmedarên Kurd şermezar kirin û got: “Her du şehîdan bi salan ji bo birêxistinkirina ciwan û jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebitîn û ji bo avakirina welatekî azad tê koşiyan. Dewleta Tirk a dagirker fikra azad û rêxistina ciwanan hedef digire, lê em ê li ser rêya şehîdên xwe bin. "

Birayê şehîd Dilawer Ferhad Erebo jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd wek parçeyekî polîtîkaya xwînrijandinê bi nav kir û bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî van êrişan şermezar kir û got: "Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi lez bikevin nava liv û tevgerê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin û dawî li van êrişan bînin.”

Malbata Erebo soza berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan heta bidestxistina azadî û edaletê da. Malbatê destnîşan kir ku gelek ciwan û jin dê di rêya berxwedanê de rêya şehîd Dilawer û Hêva bişopînin.

Malbata Erebo yek ji wan malbatan e ku di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de cih girtiye, bi dehan zarokên malbatê ketine nava refên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û 6 şehîd dane.

(k)

ANHA