Li Îsraîlê 15 kes birîndar bûn

Îran Îsraîl bi mûşekan bombebaran kir û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li Îsraîlê 15 kes birîndar bûn
22 adar, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsraîl El Yewm agahî da ku Îran 7 navend li Til Avîv û Bîtah Tekfa bi mûşekan hedef girt û li gorî Rojnameya Yediot Ahronot 11 kes birîndar bûn.

Her wiha ambolansa Îsraîl raghand ku hejmara birîndaran bûye 15 kes û bajarê Îlat û El Eqbe ketine rewşa awarte.

Îran duh bi şev Dîmona û Erad bombe baran kiribû û di encama wê de bi dehan kuştî hebûn û gelek avahî ruxiyabûn. Her wiha Îran îro jî Îsraîl bi mûşekan bombe baran kir.

Artêşa Îsraîl destnîşan kir ku Îran ji destpêka şer ve 400 mûşek li Îsraîl xistin û ji sedî 92 mûşek asteng kirine.