Hunermend Suheyla hate binçavkirin

Hêzên rejîma Îranê li Meşhedê hunermend Suheyla Huseynî û hevjînê wê yê akademîsyen Ahmed Rahîmî binçav kirin.

Hunermend Suheyla hate binçavkirin
22 adar, 2026   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên mafên mirovan, 18’ê Adarê roja Çarşemê li bajarê Meşhedê hêzên dewleta Îranê avêtin ser malekê. Di encamê de wênevan û edîtor Suheyla Huseynî û hevjînê wê yê akademîsyen Ahmed Rahîmî hatin binçavkirin.

Ahmed Rahîmî di dema protestoyên 2022’an de ji bo şermezarkirina zextê ji wezîfeya xwe ya hîndekariyê îstifa kiribû.

Li ser sedema binçavkirinê û cihên ragirtina wan agahî bi dest neketin.