Komîteya Amadekar a Newroza Kobanê têkilarî destdirêjiya li sembolên neteweyî daxuyanî da

Komîteya Amadekar a Çalakiyên Newrozê ya li Kobanê destdirêjiya li ser sembolên neteweyî şermezar kir û diyar kir ku kiryarên bi vî rengî  fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de çêdikin, zirarên mezin didin yekitiya neteweyî.

Komîteya Amadekar a Newroza Kobanê têkilarî destdirêjiya li sembolên neteweyî daxuyanî da
22 adar, 2026   14:56
KOBANÊ

Komîteya Amadekar a Çalakiyên Newrozê ya Kobanê der barê destdirêjiya li ser sembolên neteweyî daxuyanî da.

Daxuyanî li navenda Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî ji aliyê Rêvebera Akademiya Şehîd Viyan Amara a bajarê Kobanê Hêvîn Îbrahîm ve û bi zimanê Erebî ji aliyê Rêvberê Dibistanên Bajarê Kobanê Rêzan Eto ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

''Gelê me yê Kurd li hemû herêmên Sûriyiyê duh (21 Adarê), Cejna Newrozê wekî boneyeke neteweyî pîroz kir. Hewaya kêfxweşî û şahî li hemû cihên pîrozbahiyê belav bû û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di vê şahiyê de hevpar bûn. Li Kobanê, pîrozbahiya Newrozê bi beşdariyeke mezin a gel hat nîşandan. Ev jî girîngiyeke taybet a vê cejnê ji bo gelê Kurd wekî sembola têkoşîna li dijî zordestî û koletiyê û di heman demê de piştrastkirina têkoşîna ji bo azadiyê nîşan dide.

Bi navê Komîteya Amadekar a Çalakiyên Newrozê ya Kobanê, em spasî hemû kesên beşdar, komên hunerî, saziyên ragihandinê ku bi awayekî profesyonel çalakî tev lê bûn, dîsa hemû kesên ku di temamkirina pîrozbahiyê de bi ewlehî û aştiyê alîkar bûn, dikin.

Kiryara kesayetî a daxistina ala Sûriyeyê di dema pîrozbahiya Newroza li bajarê Kobanê de nayê qebûlkirin. Ev kiryar şexsî û bêberpirsiyarî ye. Hêzên Ewlekariya Hundirî ji demên destpêkê ve, ev bûyer şopandin û niha li ser girtina hemû tedbîrên qanûnî kar dikin.

Destdirêjî li sembolên neteweyî li dijî nirx û prensîbên ku şoreşa me li ser wan hatî avakirin e û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev cure kiryar dibe sedema xetereyê li ser aramiya civakî li Sûriyeyê.

Bûyeran bi vî rengî ji bo belavkirina fitne û cudakirina di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de, zirarên mezin dide yekitiya neteweyî. Ji ber vê yekê, pêwîst e li dijî çi kesên ku gefê li ewlehî û aramiyê dixwe were rawestandin û jiyana hevpar a aştiyane ya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de were xurtkirin. Divê rê li ber hemû hewldanên ku dixwazin nakokiyê di navbera Sûriyeyan de derbixin were girtin, ji ber ku encamên wê ne li xizmeta gelê vî welatî ne. Divê rê neyê dayîn ku senaryoya 12’ê Adarê 2004’an were were dubarekirin û her tişt li gorî qanûnê were çareserkirin."

(sş/k)

ANHA