Li Îranê erdhej

Li başûrê Îranê di danê sibehê de bi pileya 4.9 erdhej çêbû û di encamê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Li Îranê erdhej
20 cotmeh, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Îranê diyar kir ku di danê sibehê de bi pileya 4.9 erdehejek di kûrahiya 10 kîlometre li nêzî bajarê Şîraz ê li başûrê Îranê çêbûye.

Her wiha hate ragihandin ku di encama erdhejê de herî kêm 7 kes birîndar bûne.