Li îranê ciwanek hate darvekirin

Li Îranê ciwanê kurd ê bi navê Mohammad Ghobadlou hate darve kirin.

Li îranê ciwanek hate darvekirin
23 ÇILE, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Îranê ciwanê kurd ê bi navê Mohammad Ghobadlou yê 23 salî ku bi hinceta tev li çalakiyên şermezarkirinê yên Jîna Emînî bûye, hatibû girtin serê vê sibê hate darvekirin. 

Malbat û xizmên Ghobadlou li ber Girtîgeha Qezelhesar a Kerecê ku darvekirin lê pêk hat kom bûn û bertek nîşanî biryarê dan.

Ajansa Mîzanî ya girêdayî daraza Îranê, biryara darvekirinê ragihand. Ajansê îdia kir ku Ghobadlou bi îdiaya ku polîsek kuştî ye û 5 jî birîndarkirine cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Parêzerê Ghobadlou Emîr Reîsyan, bi lêv kir ku darvekirina muwekîlê wî ne qanûnî ye mafê wan ê îtîraza li cezayî heye.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, aşkere kir ku beriya darvekirinê pirsgirêkên psîkolojîk ên Ghobadlou hebûn, pergala Îranê di bin çavan de bi îşkenceyê îfade wergirtî ye.