Îranê hişyarî da Washington û Londonê

Wezîrê karên derve yê Îranê hempîşeyê xwe yê Brîtanyayê hişyar kir ku “tevgerên wan ên li Deryaya Sor ji bo aştî û ewlehiyê xetere ne”.

Îranê hişyarî da Washington û Londonê
23 ÇILE, 2024   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Amîr Ebdullahiyan ji ajansa ÎRNA re got: "Îran hişyariyeke cidî da amerîkiyan ku tevgerên bi hevkariya Brîtanyayê li Yemenê dikin, li ser aştî û ewlehiya herêmê xetereye ne û şerê li herêmê firehtir dikin."

Ebdullahiyan wiha domand: "Dema ku Amerîka û Brîtanyayê êrişî Yemenê kir, derdora 230 keştiyên bazirganiyê û petrolê li Deryaya Sor bûn. Ev tê wateya ku wan peyama yemeniyan baş fêm kiriye ku tenê keştiyên diçin benderên hêza dagirker tê werin hedefgirtin."

Ebdullahiyan wiha domand: "Di hefteya borî de li Davosê min ji wezîrê karên derve derve yê Brîtanyayê re got tevgerên welatê wî aloziya li Deryaya Sor zêdetir dikin. Êirşên li dijî Yemenê şaşiyeke stratejîk e."

(şx)