Li Idlibê teqîn çêbûn

Li bajarê Binişê yê Idlibê teqînên mezin çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê teqîn di depoyên çekan de çêbûne.

Li Idlibê teqîn çêbûn
1 îlon, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Binişê yê gundewarên Idlibê dengê teqînên mezin hatin bihîstin û di nava şêniyan bû sedema fikaran.

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn di depoyên çekan ên di nava bajêr de çêbûne.

Sedema teqînan hîn ne diyar e.

(k)

ANHA