Li Qamişloyê ji bo planeke xizmetguzarî û aborî komîteyek hat avakirin

Gerînendetiya Herêma Qamişloyê ji bo nîqaşkirina planeke ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û aborî li herêmê, bi nûnerên saziyên îdarî, xizmetguzarî, civakî û aborî re civînek li dar xist. Civîn bi avakirina komîteyeke şopandina sazkirina planê û pêkanîna wê bi dawî bû.

1 îlon, 2026   13:59
QAMIŞLO

Gerînendetiya Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam, bi amadebûna nûnerên saziyên cuda yên îdarî û xizmetguzarî, hejmareke saziyên aborî û civakî yên li bajêr, li hola Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina planeke 100 rojan a başkirina rewşa xizmetguzarî û aborî li herêmê, mekanîzmaya xebatê û pêkanîna wê, civîneke berfireh li dar xist.

Di destpêka civînê de Cîhan Hesam axivî û behsa girîngiya plana ji bo başkirina rewşa bajêr û pêşxistina asta xizmetguzariyê kir. Cîhanê da zanîn ku divê bi rêya aliyên cuda yên peywendîdar û bi hevkariyeke giştî xebat werin pêkanîn û armanca planê di demeke sînordarkirî de were pêkanîn.

Piştre beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe der barê planê de anîn ziman, behsa amadekariyên saziyan û aliyên peywendîdar hat kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku divê xebat li tax û kolanên ku asta xizmetguzariyê lê kêm e pêk were, wê ev gav zehmetiyên şêniyan kêm bike û rewşa xizmetguzariyê li herêmê baş bike.

Civîn bi avakirina komîteyeke taybet ji bo şopandina planê, çêkirina bernameya xebatê û danîna planên pêwîst ji bo pêkanînê, bi dawî bû.

Tê payîn ku komîte civîna xwe ya yekemîn ji bo danîna plana xebatê li dar bixe, piştî sazkirina planê wê ew ji bo raya giştî were ragihandin. Dê 30 rojan carekê têkildarî bernameyê û tişta ku pêk hatiye, daxuyaniyek were dayîn.

(sb)

ANHA