Li Idlibê piştî girtina çekdarekî Ozbek alozî derket

Li gundewarên Idlibê çekdarekî Ozbek hat girtin. Bi dehan çekdarên Ozbek li dijî vê yekê li pêş navenda ewlehiyê ya bajarê Idlibê kom bûn.

Li Idlibê piştî girtina çekdarekî Ozbek alozî derket
2 gulan, 2026   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çekdarekî Ozbek li bajarokê Kefreya yê gundewarên Idlibê li mala tê de dima, hat girtin. Li hemberî girtina wî bi dehan çekdarên Ozbek li pêşiya navenda ewlehiyê ya li bajar kom bûn û xwest ew kes were berdan.

Hate zanîn ku hemwextî kombûna çekdaran li pêşiya navendê, alozî li derdorê derket û metirsî hene ku ev rewş bibe sedema pevçûnan.

Aliyên têkildar der barê girtina çekdarê Ozbek de tu daxuyanî nedane.

Di salên aloziya Sûriyeyê de gelek çekdarên Ozbek derbasî Sûriyeyê bûn û li kêlela komên wekî DAIŞ, El Qaîde û HTŞ'ê re şer kir. Her wiha komên wekî "Tabûra Tewhîd", "Cîhad" û "Îmam El Buxarî" ava kirin û li herêmên cuda yên Sûriyeyê şer kirin.

(bb)