Festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava dest pê kir

Festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya 4’emîn dest pê kir. Festîvala îsal diyarî giyanê şehîd û berxwedêrên îsal hat kirin.

2 gulan, 2026   15:54
QAMIŞLO

Festîvala Biharê ya 4'emîn ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Rojavayê ve hatiye organîzekirin, dest pê kir. Pêşangeh ku bi armanca piştgiriya çalakiyên çandî û hunerî yên xwendekaran hatiye lidarxistin, dê sibe bi dawî bibe.

Di bernameya roja yekemîn a festîvalê de xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên zanîngehê û gelek rewşenbîr amade bûn.

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre cîgira hevserokên Kar û Barên Xwendekaran a Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî. Evînê festîval pîroz kir û anî ziman ku festîval bi armanca pêşxistina çand û hunerê di nava xwendekaran de tê birêxistinkirin.

Evîn Ehmed diyar kir ku zanîngeh ne tenê cihên fêrkirinê ne, lê di heman demê de navendên hunerî ji bo pêşxistina behreyan û xwepêşêxistinê ne.

Berdevkê xwendekaran Kerîm Xelîl jî got: "Ev çalakî ne festîvaleke ji rêz ê û şahiyek e, lê peyamek ji bo nifşên bê ye. Xwendekarên vir di wê baweriyê de ne ku çand û huner bingeha avakirina civakeke zane û pêşketî ne. Bi sebir, berxwedan û israra xwe hewl didin bibin beşeke avakirina civakeke zindî û pêşketî.”

 Mamosteyê zimanê kurdî Beşîr Mele Newaf û lêkolîner Sahil Heydo jî helbest xwendin.

Di festîvalê de pêşbirkeke stranan di navbera xwendekarên bi navên Lîlav Mihyedîn, Ronî, Sêvîn Oso, Leyla Mihemed û Barîn Murad de hat lidarxistin.

Hunermend Basil Can jî stran gotin. Xwendekaran li ber stranan govend gerand.

Di dawiyê de di navbera 8 komên ji mamoste û xwendekaran de pêşbirekeke çêkirina xwarinê pêk hat.

Li gorî komîteya amadekar, di roja duyemîn a festîvalê de, dê pêşangeheke wêne û destkariyan a xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew were vekirin. Di dawiyê de dê xwendekar werin xelatkirin.

(bb)

ANHA