Li Humsê êrişa çekdarî; jinek hat qetilkirin û xwişka wê birîndar bû

Di demekê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de êrişên çekdarî û qetilkirina welatiyan zêde dibin, di êrişeke çekdarî ya li bajarê Humsê de jinekê jiyana xwe ji dest da û xwişka wê birîndar bû.

Li Humsê êrişa çekdarî; jinek hat qetilkirin û xwişka wê birîndar bû
21 cotmeh, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Ekreme ya bajarê Humsê çekdarên nenas li motorsiklêtê siwar bûbûn, 2 xwişk gulebaran kirin, di encamê de yekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Nûçegihana me ji Humsê ragihand ku êrişa çekdarî li nêzî stadyuma El Umal (karkeran) a li taxa Ekrîme ya bajêr pêk hat, jinekê jiyana xwe ji dest da û xwişka wê birîndar bûn. Li gorî nûçegihan, temenê yekê 18 salî û yê din jî 14 salî ye.

Ev sûc, digel zêdebûna berbiçav a pêkanîna sûcên mezehperestiyê li deverên hikumeta veguhêz, bi taybet li Humsê pêk tên. Desthilatên xwecihî û cıvata navneteweyî li hember van bûyeran bêdeng in.

(ac/fr)

ANHA