Li Humsê di êrîşekê de bav û kurê wî hatin kuştin

Li taxa Sebîl a Humsê di êrişeke çekdarî de, bav û kurê wî hatin kuştin, jin jî birîndar bû.

Li Humsê di êrîşekê de bav û kurê wî hatin kuştin
4 gulan, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku vê êvarê di êrişeke çekdarên nenas li taxa Sebîl a Humsê pêk hat de bav û kurê xwe hatin kuştin û hevjîna wî jî birîndar bû.

Nûçegihanê me diyar kir ku çekdaran li ser motorsîkletê gule berdan firoşgeheke li taxê yê bi navê "Ebû Ramî", xwediyê dikanê û kurê xwe di cih de hatin kuştin, di heman demê de hevjîna wî bi giranî birîndar bû û rakirina beşa lênêrîna giran.

Li bajarê Humsê bûyerên guleberdanê zêde dibin, şênî banga xurtkirina tedbîrên ewlehiyê û sepandina aramiya zêdetir li herêmê dikin.

(ac/fr)

ANHA