Trump: Ger Îran li Hurmuzê êrişî keştiyên me bike em ê wê îmha bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ger Îranê li Tengava Hurmuzê êrişî keştiyên Amerîkayê bike ew ê wê îmha bikin.

Trump: Ger Îran li Hurmuzê êrişî keştiyên me bike em ê wê îmha bikin
4 gulan, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsˊê re got, "Ger Îran li Tengava Hurmuzê êrişî keştiyên Amerîkayê bike em ê wê ji ser rûyê erdê îmha bikin."

Trump da zanîn ku sewqiyetên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê berdewam in.

Trump di dawama axaftina xwe de anî ziman ku "Li gel me ji berê zêdetirî çek û cebilxane hene. Li gel me alavên ji yên cîhanê baştir hene. Baregehên me yên leşkerî li tevahî cîhanê hene, tije alav in. Em dikarin van alavan bi kar bînin û em ê wê yekê bikin ger were xwestin."

(fr)