ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2026
5 gulan, 2026   02:00

Jinan diyar kir ku beşdariya wan di jiyana siyasî û navendên biryardanê de ji bo avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha prensîbên edalet û wekheviyê pêdivîyeke bingehîn e, paşguhkirina vê rolê dê welêt di rewşeke bêîstîqrariyê de bihêle û rê li ber bidestxistina armancên guhertinê bigire. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevkê eşîra Deqûriyan Fehed Mihemed Seîd Axa diyar kir ku eşîr bi tevahî amade ne ku ji bo kêmkirina nakokiyan bixebitin. Her wha bal kişand ser girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş û dûrketina ji zimanê nefretê. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kongra Star destnîşan kir ku mîsogerkirina mafên jinan li Sûriyeyê bi hebûna YPJ'ê ve girêdayî ye û YPJ hebûn û nasnameya jinan e. Her wiha gotin dê têkoşînê bidomînin heta ku YPJ di destûrê de were naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Kobanê heya niha 300 malbatên Kurd ji bo mafê welatîbûnê xwe qeyd kiriye. Pêvajoya tomarkirinê dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Girkê Legê, komeke ciwanan bi awayekî xwebeş li ser dîwarên bajêr wêneyên hunerî xêz dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hevkariya Meclisa Ol û Baweriyan di bin sernava "Ber bi aştiya mayînde ve (xwendina nirxên olî yên hevbeş)" li Navenad Hîlala Zêrîn a Hesekê panelek tê lidarxistin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ebdurehman Remedan Salih li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl defin dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Girkê Legê û Rimêlanê, mamoste û xwendekar bi daxwaza naskirina zimanê Kurdî û fermîkirina wî di destûra nû ya Sûriyeyê de meşekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan ên bajarê Hesekê li pêş avahiya Parêzgehê bi daxwaza berdana zarokên xwe çalakiyekê li dar dixin, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN