Li Humisê şênî ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bijîşkî bi hêrs in

Cudahîyeke mezin di navbera îdiayên Wezareta Tenduristiyê yên li ser nexweşxaneya meydanî ya El Quseyr û rastiya wê de heye, alav û xizmetên bijîşkî yên herî bingehîn kêm in . Şênî ji ber paşguhkirin û qelsbûna xizmetê bi êşên zêde re rû bi rû ne, ku dibe sedema mirinan, vê yekê hêrsa gel zêde kiriye û bêbaweriya wan bi rayedaran kûrtir kiriye.

Li Humisê şênî ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bijîşkî bi hêrs in
14 kanûn, 2025   07:40
HUMIS

Nexweşxaneya meydanî ya El Quseyr li gundewarê Humsê alavên bijîşkî û nelênêrîna tenduristiyê ya bingehîn lê ti ne, ev yek jî bûye sedema hêrseke berfireh di nav şênaiyan de. Tevî bangên berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xuya ye ku rayedarên pêwendîdar ji bo çareserkirina rewşa karesatbar ti tedbîran nagirin.

Di demên dawî de piştî mirina jinekê li nexweşxaneya hikûmetê, ji ber nebûna ambûlansê û derengketina pêşkêşkirina lênêrîna bijîşkî ya tavilê, nerazîbûn zêde bûye.

Şêniyan piştrast kir ku ev mirin ne bûyera yekem e, lê belê beşek ji rewşa demdirêj a paşguhkirina bijîşkî ya li nexweşxaneyê ye.

Şêniyan destnîşan kirin ku li nexweşxaneyê tewra alavên bijîşkî yên herî bingehîn, wek makîneyên tîrêjên X, laboratuwar û cîhazên oksîjenê yên ji bo rizgarkirina jiyanê pêwîst, kêm in.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz, Nexweşxaneya Meydanî ya El Quseyrê di 5'ê Cotmeha îsal de vekir û destnîşan kir ku nexweşxaneya nû alternatîfek ji bo Nexweşxaneya Neteweyî ye.

Lê nêzîkî 2 meh piştî vekirina wê, eşkere bû ku nexweşxane gelek kêmasî lê hene.

Wezareta Tenduristiyê berê ragihandibû ku nexweşxaneya meydanî têra 60 textan û 12 odeyên emeliyatê heye.

(ac)

ANHA