Oldaran banga redkirina zimanê kînê û pêşxistina aştiyê kir

Oldarên kantona Reqayê bang li civaka Sûriyeyê kir ku zimanê kînê red bikin û Sûriyeyê li ser bingeha edalet, hezkirin û wekheviyê ava bikin û pêşî li mudaxeleyên ji derve bigirin.

Oldaran banga redkirina zimanê kînê û pêşxistina aştiyê kir
14 kanûn, 2025   05:50
REQA
ENES MIHEMED

Hemwextî zêdebûna bikaranîna zimanê kînê û provokasyonê li ser medyaya dîjîtal, oldarên Meclisa Olî û Rabîteya Al El Beyt a kantona Reqayê banga pêşîgirtina li zimanê kînê û xurtkirina biratiyê di nava gelê Sûriyeyê de kir.

‘SÛRIYE NE BI PROVAKASYON BI HEZKIRIN Û EDALETÊ AVA DIBE’

Rêveberê Kar û Barên Mizgeftan a Meclisa Olî ya kantonê de Şêx Mûsa El Behrî got ku zimanê kînê û provokasyonê Îslamê temsîl nake.

El Behrî banga avakirina Sûriyeyê bi yekgirtî kir û got her kesek xwedî nêrîn û helwestekê ye û ev cudabûn jî nayê wateya rikeberiyê, lê ew pirrengî û dewlemendiyê nîşan dide. El Behrî wiha domand: "Tu xwedî nêrîna xwe yî, ez jî xwediyê nêrîna xwe me, divê em li ser hezkirin, ewlehî û exlaqê li hev bikin. Edalet û wekheviya di nav hemû beş û pêkhateyan de bingeha avakirina welatekî hevgirtî ye."

‘EM ZAROKÊN HEMAN WELATÎ NE, AGIRÊ FITNEYÊ VEMIRÎNIN’

Hevserokê Meclisa Olî ya kantonê Îbrahîm El Ewês tirsa xwe ji ber zêdebûna provakasyonê li ser medyaya dîjîtal anî ziman û got ku ev kiryar ji bo civaka Sûriyeyê xerîb in.

El Ewês wiha domand: "Hinek hene, li şûna ku agirê fîtneyê vemirînin, hîn wî gur dikin. Ev kiryar dikevin xizmeta berjewendiyên aliyên derve yên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û yekitiya wê ya niştimanî têk bibin."

El Ewês peyamek da tevahî gelê Sûriyeyê û got: "Em di bin banê yek welatî de dijîn, bila em çavnebariyên derve red bikin û ji şerê navxweyî dûr bikevin, bila em vegerin hişê xwe û zimanê taîfî yê ku tenê xizmeta dijmin dike red bikin."

REDKIRINA PROVOKASYONAN Û XURTKIRINA JIYANA AŞTIYANE

Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Rabîteya Al El Beyt a kantonê Husên Teqis girîngî bi pêşîgirtina li provakasyonê da û ji jiyana hezretî Mihemed mînakek li ser pêkvejiyan û jiyana aştiyane anî ziman.

Teqis destnîşan kir ku Qurana pîroz û suneta pêxember banga xurtkirina aqilmendiyê û redkirina fîtneyê dikin û got: "Netewe bi exlaqan ava dibin, bi bêexlaqiyê jî tune dibin."

Teqis bang li gelê Sûriyeyê kir ku hezkirin û hevkariyê xurt bikin û cudahiyê nekin navbera tu pêkhateyan.

Teqis di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ji bo avakirina Sûriyeya nû pêdivî bi diyalog, hevkarî, hezkirin û biratiyê heye.

(mh)

ANHA