Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir

Saziya Zêdekirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belavkirina tovên genim li cotkaran didomîne. Sazî bi rêya 5 navendên xwe yên li herêmê tovan belav dike. Heta niha nêzî 59 hezar ton hatiye belavkirin.

Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
Saziya Zêdekirina Tovan 59 hezar ton genim belav kir
14 kanûn, 2025   05:00
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Qada çandiniyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aramiya aborî yek ji qadên herî sereke û girîng e. Di vê çarçoveyê de Desteya Çandiniyê ya herêmê girîngiyeke mezin dide vê qadê, ew jî bi rêya pêşxistina hilberîna xwecih û pêşxistina cureyên tovan.

Bi dawiya mewsima sala borî re ji ber kêmbûna rêjeya baranê, hilberîn nêzî 254 hezar ton bû. Li gorî biryara Desteya Çandiniyê, Saziya Zêdekirina Tovan di meha Hezîranê de dest bi amadekirina genim kir da ku di mewsima nû de were bikaranîn.

Saziya Zêdekirina Tovan da zanîn ku wê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terxîsên ji bo nêzî 6 mîlyon hîktar wergirtine, ji bo wê jî pêdivî bi peydakirina tovan ji bo rûbera 3.6 mîlyon hîktar heye.

Di vê çarçoveyê de, her pênc navendên bêtinê yên li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Til Elo û Tebqayê dest bi xebatê kir. Nêzî 70 hezar ton hat amadekirin û di embaran de hat bicihkirin.

Bi destpêka mewsima çandiniyê re di meha Cotmehê de, saziyê her tonek tov bi 350 dolaran da. Sala borî jî her tonek bi 225 dolaran da.

Heta niha cureyên ku hatine belavkirin ev in: Hişk; Şam 3, Şam 5, Şam 9 û Bihûs 9. Nerm; Roj 2, Roj 2, Roj 6 û Roj 10.

Saziyê nêzî 9 hezar peyman bi cotkaran re îmze kirin ku rûbera 300 hezar hîktar biçînin û sazî dê tovên pêşxistî, semada organîk, fosfat û tûr bi deyn bide wan û piştre nirxê wan ji fatûreyan qut bibe.

Li gorî saziyê, ji sedî 95 ji cotkarên ku peyman pê re hatine îmzekirin, alîkariyên xwe standine.

Sazî li gorî van peymanan ê nêzî 80 - 90 hezar ton tov ji bo sala 2027'an amade bike.

GAZINÊN COTKARAN: DERENGMAYÎN GEFÊ LI MEWSIMA AVÎ DIXWE

Di gereke meydanî ya ajansa me de ya li embarên Til Elo, cotkaran nêrînên xwe li ser mekanîzmaya belavkirinê parve kirin.

Cotkarê ji gundewarê bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê Tamir Mehmûd El Salim got: "Tov pir dereng hatin belavkirin, diviyabû girîngî ji bo cotkarên mewsima avê bihata dayîn ji ber ku baran îsal kêm bû. Gelek cotkar neçar man tov ji sûkê peyda bikin, her tonek bi 450 dolaran kirî da ku bikarin di dema guncaw de mewsimê av bidin."

Îbrahîm Ehmed ê ji gundewarên Çilaxayê got nirxê diyarkirî ne li gorî zirarê wan ê sala borî ye û banga pêşkêşkirina alîkariyan ji bo domandina çandiniyê kir.

Şêwirmendê Saziya Zêdekirina Tovan Mihemed Meimî got ew ê heta 31'ê Kanûnê belavkirinê bidomînin û got: "Zehmet e em tevahî kemiyetê bi deyn bi cotkaran. Ên mayî wê bi pere alîkariyan bistînin."

Meimî got cotkar mafdar in lê zexta li ser saziyê jî pir bû, nexasim ku sala borî piraniya cotkaran zirar kir û got: "Di aliyê peydakirina embaran de jî me zehmetî dîtin.”

(mh)