Li Hol û Şedadê cotkaran dest bi çandina tovan kir

Cotkarên bajarê Şedadê dest bi cotkirina zeviyan û çandina genim û ceh kir. Hemwextî wê cotkarên bajarê Holê jî girîngiyê didin sebzeyên zivistanê ku di zûtirîn dem de li sûkên herêmê bifiroşin.

22 cotmeh, 2024   09:31
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD - ELÎ EL SULTAN

Di 28'ê Îlona borî de Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser û Saziya Pirkirina Tovan dest bi belavkirina tovên genim ên paqijkirî û bêjingkirî li cotkara kir. Tonê tovan bi 225 dolaran ji bo cotkaran hat firotin. Desteyê di her tonekê nêzî 195 dolar zirar kir.

Li gorî wê cotkaran tov li gorî pêdiviyên xwe ji navendên Pirkirina Tovan wergirt û dest bi cotkirina zeviyên xwe kir da ku dest bi çandina wan bikin.

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cotkaran dest bi cotkirina zeviyan û çandina genim û ceh ên bejî û avî kir.

Girêdayî wê, cotkarê bi navê Mihemed Nûr Silêman ê ji gundewarê Şedadê destnîşan kir ku ew li herêmê di çandina genim û ceh de xwe dispêrin çandiniya avî û bejî.

Silêman diyar kir ku lêçûna cotkirina zevî ji bo çandina bejî ya her hêktarekê nêzî 25 hezar lîreyên Sûriyeyî ye, lê belê ya çandina avî biha ye.

Silêman wiha domand: "Lêçûna amadekirina zeviyê avê û çandina berhemê ya her hêktarekê nêzî 7 dolaran e. Lêçûna cotkirina her hêktarekê jî nêzî 3 dolaran e û 4 dolarên din jî li amadekirina axê û dabeşkirina zeviyê diçe."

Di heman çarçoveyê de cotkar Hesen El Muxlif destnîşan kir ku ew jî zehmetiyên bihabûnê yên ji ber lêçûna cotkirinê dikişînin û got: "Lêçûna wê digihîje 7 dolaran, ev jî ji cotkaran re dibe zehmetî."

Sedema bihabûna lêçûna cotkirinê bi rêya diraktoran ew ku mazota serbest dikirin. Piranî xwediyên diraktoran mazot ji komîteyên sotemeniyê werdigirin û li sûkên serbest difirotin û diraktorên xwe jî nalivînin. Wê yekê hişt komîte belavkirina mazotê li ser diraktoran qut bike.

Girêdayî wê, xwediyê diraktorekê bi navê Husam El Ferec destnîşan kir ku lêçûna sotemeniyê û tamîrkirinê biha ye, ev jî dihêle bihayê cotkirinê bilind bikin.

Li hemberî wê, cotkarên li bajarê Holê yên sebzeyên zivistanê diçînin girîngiyê didin berhemên xwe da ku di zûtirîn dem de li sûkên herêmê bifiroşin.

Li bajarê Holê bi piranî xes, bexdenûs, tivir, kelem, zehra(çîçek), pîvaz, sîr û silq tên çandin.

Têkildarî wê cotkar Samî El Salih da zanîn ku wan ji meha Îlonê ve dest bi çandina berhemên zivistanê kiriye da ku wan di zûtirîn dem de bi nirxên guncaw daxin sûkên xwecih.

El Salih destnîşan kir ku ew ê hin berhemên wekî xes, pîvaz û silkê di destpêka meha Kanûnê de daxin sûkê. Berhemên mayî jî dê di dawiya Çileyê de dakevin sûkan.

El Salih diyar kir ku ew li gorî cûreyê axê û rewşên hewayê berheman diçînin û di avdanê de gelek rêbazan bi kar tînin.

(mh)

ANHA

şedadê

HOL