Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an de ji weşanên Akademiya Jineolojî 4 berhemên nû tên pêşandan, ji wan 2 berhem ên Şehîd Nagîhan Akarsel û Atakan Mahîr e.

Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe
Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe
Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe
Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe
Akademiya Jineolojî bi pirtûkên şehîdan tevlî pêşangehê dibe
22 cotmeh, 2024   12:00
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Akademiya Jineolojî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 4 berhemên nû yên sala 2024`an ku berxwedana jinan li hermberî êrişên li dijî herêmê û têkoşîna wan a li beramberî sîstema baviksalarî û desthildar vedibêje beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an dibe.

PIRTÛKÊN ŞEHÎDAN

Rêzeçîrokên “Bêhna Xweliyê” a Akademîsyen, rojnamevan û nivîskar Şehîd Zîlan (Nagîhan Akarsel) a ku di 4`ê Cotmeha 2022`an di encama êrişeke çekdarî ya MÎT`ê  de li bajarê Silêmaniyê hate şehîdxistin.

“Bi Jineolojî Nirxandinek li ser Nasnameya Mêr” a Endamê Rêveber ê Komîteya PKK`ê û Endamê Fermandariya HPG`ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) ku di 11`ê Tebaxa 2018 li navçeya pûlûmûr a girêdayî bajarê Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.

TÊKOŞÎNA JINAN

“Berxwedaniya Zeriya (Çîrokên Jinan ên Qewmê Rojê)” a Nivîskar Rojbîn Deniz e.

“Çîrokek ji Çîroka Berxwedaniyê (Sara Xelîl)” a Nivîskar Evîn Nejdet.

Her du pirtûkên navborî girêdayî serpêhatiyên jinên Êzdî li Şengalê û berxwedana jinan a li  Kobanê ye.

`MEREQA JINAN A NASKIRINA MIJARÊN PIRTÛKAN HEYE`

Endama Akademiya Jineolojî Yasmîn Mihemed da zanîn ku hejmareke baş serdana pêşangehê dikin û meraqa jinan a naskirina mijarên pirtûkan li pêşangehê tê dîtin.

Akademiya Jineolojî bi dehan weşanên têkildarî teoriya Jineolojiyê, lêkolînên jineolojiyê û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî jî beşdarî pêşangehê bûye. Akademiya Jineolojî ji dewreya yekemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ve beşdar dibe.

ANHA