Rojevên sereke yên çapemeniya erebî

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên de xwe behsa serdana Blinkin a ji bo Îsraîlê û însiyatîfa Îmaratê ya ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê kir.

Rojevên sereke yên çapemeniya erebî
22 cotmeh, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da serdana wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinkin a ji bo Îsraîlê û nûçeyek bi sernavê "Peymana Xezayê; Blinkin çû Îsraîlê û Hemas dev ji helwesta Sinwar bernade" weşand. 

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke ji Hemasê wergirtine, diyar kir ku "geşbiniya Amerîkayê ne di cih de ye, ji ber ku bi çûyîna Sinwar, Hemas nerm nabe". Çavkanî got: "Helwesta Sinwar helwesta tevgerê ye. Amerîka û Îsraîl hewl didin wî wek astengiyekî bi nav bikin, lê ev hewldan binkeftî û aşkera ye. Netanyahu peymanan asteng dike. Ew naxwaze şer bi dawî bibe. Washington jî vê yekê dizane û alîkariya wî dike."

Rojnameyê cih da nirxandinên rayedarên ewlehiyê ku dişibin ên çavkaniya ji Hemasê û li gorî raporên Îsraîlê "tevî ku Sinwar hate kuştin jî lê helwesta tevgerê nerm nebûye".

‘ŞÊX MIHEMED BIN ZAYID AMADEKARIYÊN HEWLDANA JI BO BIDAWÎKIRINA ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ DIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê da zanîn ku şerê li Ukraynayê rojeva serdana serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan a ji bo Moskovê û hevdîtina wî bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bû.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyek siyasî û diyar kir ku Bin Zayid amadekariya însiyatîfekê ji bidawîkirina şerê li Ukraynayê dike û dema Donald Trump di hilbijartinan de bi ser bikeve dê pêşkêş bike.

Rojnameyê li gorî heman çavkaniyan agahiyên der barê însiyatîfê de parve kirin ku armanca wê destpêkê agirbest e, dûre diyaloga di navbera her du aliyan de bê şert dest pê bikin, girîngiyê herî zêde bidin aliyê mirovî, pevguhertina dîlgirtiyan û dabînkirina vegera şêniyan.

Rojnameyê da zanîn ku di navbera Îmarat û Rûsyayê de têkiliyên aborî û leşkerî yên xurt hene. Li ser asta Opec+ jî hevalbend in. Ji ber wê navbeynkariya Bin Zayid ji aliyê Rûsyayê ve tê qebûlkirin.

(şx)