Li Başûrê Kurdistanê HDK, DEM Partî û DBP’ê bi gelek aliyan re civiyan
Di çarçoveya serdan û civînên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de, şandeya HDK, DEM Partî û DBP li Hewlêrê têkildarî peyama sedsalê ya Rêber Apo li gel siyasetmedaran, rewşenbîr, çalakvan û parlementerên jin re civiya.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Hewlêrê di çarçoveya serdanên xwe de û nirxandina peyama sedsalê ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvanên Hewlêrê re civînek berfireh lidar xistin.
Piştre jî şande li gel parlementerên jin li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê re jî civiya.
Şande ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî yê DEM Partiyê Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê yê DBP’ê Mûrat Sarisaç, Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan Rêzan Kaganarslan û Nûnerê DEM Partiyê yê Hewlêrê Mûrat Şen pêk tên.
Di civînê de bal li ser bicihanîna peyama sedsalê ya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî hat kişandin.
Berî niha jî şande li Silêmaniyê bi gelek aliyan re civiya.