Li Hewlêrê ji bo Rojava li pêş avahiya balyozxaneya Amerîkayê çalakî

Bi sedan Kurdên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Amerîkayê çalakî kir, diruşmên piştgiriya berxwedana gelê Kurd li dijî êrişan û şermezarkirina bêdengiya Amerîkayê berz kirin.

Li Hewlêrê ji bo Rojava li pêş avahiya balyozxaneya Amerîkayê çalakî
19 ÇILE, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên gelê Krud li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Amerîkayê çalakî li dar xist, hêrsa xwe li hember helwesta Amerîkayê ya li beramber êrişên li dijî Kurdên Rojava nîşan da.

Şêniyan li pêş balyozxaneyên diruşmên silavkirina berxwedana gelê Kurd ê Rojava berz kirin û got ew piştgiriyê didin seferberiya giştî û berxwedana li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.

(fr)