Gelê Kobanê: Wê Kobanê careke din bibe goristana çeteyan

Bi dehan şêniyên Kobanê, bi armanca parastina bajarê xwe, rahiştin çekan û got Kobanê di 2014ˊan de bû goristana çeteyên DAIŞˊê wê careke din bibe goristana çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.

Gelê Kobanê: Wê Kobanê careke din bibe goristana çeteyan
19 ÇILE, 2026   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan keç, xort û şêniyên Kobanê daketin qadan û li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî li kêlek QSDˊê û YPJˊê sekinînin.

Li ser navê girseyê, endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê got ew ê parastina gelê xwe bikin û destnîşan kir ku hêzên dagirker û çete Kurdan weke şirîkê vê dewletê qebûl nakin. Ew îro li diji çeteyên DAIŞˊê yên nû şer dikin.

Arîn Kobanê diyar kir ku Kobanê ne cihê seyranê ye, çawa di berxwedana 2014ˊan de bû goristana DAIŞˊê, wê careke din bibe goristana çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.

Arîn got bi hêzên xwe yên leşkerî yên ku parastina Kobanê û tevahî Rojava dikin bawer bin.

(fr)

ANHA