Li Humsê gorek komî hat dîtin

SOHR’ê diyar kir ku li Humsê goreke komî ya 11 cenazeyan hate dîtin.

Li Humsê gorek komî hat dîtin
16 hezîran, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de bi kêmanî 21 kes hatin gotin.

SOHR’ê têkildarî mijarê da zanîn ku li gundê Xirbe Soda yê Humisê gorek komî hat dîtin û ragihand ku di gorê de 2 jin û 7 zarok di nav de termên 11 kesan hatin dîtin.

Heman navendê diyar kir ku li bajarokê Şêx Seed ê gundewarê rojavayê Derayê şêniyek û jinek dema di nava zeviyên xwe dixebitîn di gulebarana çekdarên nenas de hatin kuştin. Her wiha destnîşan kir ku lê nêzî çerxerêya Etal a bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kesek bji ber rakirina tolê" hat kuştin.

Li taxa El Qisûr a Hemayê jî komeke çekdar ciwanek gulebaran kir û wî qetil kir, li taxa El Elaf a bajarokê Senemîn a gundewarê bakurê Derayê jî ciwanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku li gundê Ekrad Desniye yê bakurê Humdisê komeke girêdayî "Ewlehiya giştî" tevî hin çekdaran îşkence li şêniyek kir, piştre wî qetil kir.

SOHR’ê da zanîn ku li hêzên ewlehiyê piştî bi ser gundê Besîn ê bajarokê Qirdahiyê ve girt, bavek û kurê wî qetil kirin. Li ser rêya Hums-Misyafê jî dewriyeyeke hêzên kesek qetil kir û  li gundê Telîyî yê gundewarê Safîta yê bajarê Tertûsê jî jinek di êrişa bi dronan a li dijî mala wî de hat qetilkirin.

(bb)