Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 

Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plansaziya îsal de, dest bi qîrkirina rêya sereke ya li taxa Xiwêran a Şerqî (rojhilat) kir. Li aliyekî din jî xebatên sererastkirin û boyaxkirina naverêyan û çandina daran berdewam dikin.

Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
Li Hesekê xebatên başkirina xizmetan 
28 hezîran, 2025   13:50
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê pêkanîna plansaziya xwe ya 2025’an didomîne. Di vê çarçoveyê de vê sibehê dest bi qonaxa yekemîn a qîrkirina rêya sereke ya taxa Xiwêran Şerqî (Ji Mizgefta Teqwa heya dawiya kolana Beyrûnî) kiriye ku dirêjahiya wê 600 mître ye û firehbûna wê 16 mître ye. Di heman demê de hin kolanên şaxî yên taxê li gorî pêwîstiya wan tên qîrkirin. Piştî bidawîbûna qîrkirinê li vir, şaredarî dê bikeve taxa Xiwêran Xerbî (Rojava).

Li aliyekî din tîmên sererastkirin û boyaxkirina naverêyan li kolanên sereke yên bajar xebatên xwe didomînin. Her wiha li naverê û qadan dar tên çandin.

(bb)

ANHA