Di êrişa Rûsyaya ya li Odessayê de 2 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku dronk Rûsyayê li bajarê Odessa yê Ukraynayê li avahiyek bilind qelibî, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa Rûsyaya ya li Odessayê de 2 kes hatin kuştin
28 hezîran, 2025   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê îro ragihand ku li bajarê Odessa yê li beramberî deryaya Reş droneke Rûsyayî li avahiyeke bilind qelibî. Li gorî rayedarên di encama bûyerê de 2 kes hatin kuştin û bi kêmanî 14 kes jî birîndar bûne.

Waliyê Herêma Odessa Oleh Kiper got, di êrişa şevê de sê zarok di nav birîndaran de ne û da zanîn ku birîna zarokekî giran e.

(bb)