Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin

Parêzgarê Hesekê şandeyek ji Wezareta Enerjiyê û endamên komîteya enterasyonê ya Wezareta Çandiniyê pêşwazî kir, rewşa kehrebê û çandiniyê hat nîqaşkirin.

Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa kehrebê û entegrasyona saziyên çandiniyê hatin nîqaşkirin
1 nîsan, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên başkirina rewşa kehrebê, îro (çarşem), şandeyek ji Wezareta Enerjiyê, serdana parêzgeha Hesekê kir.

Şandeya ku ji alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Karûbarên Kehrebê, endazyar Umer Şeqrûq, rêveberê giştî yê saziya veguhestin û belavkirina kehrebê û rêveberê yekeya xebitînê ya herêma rojhilat, pêk hat, bi parêzgarê Hesekê, endaziyar Nûredîn Ehmed û hejmarek ji berpirsên beşê elektrîkê re hevdîtin kirin.

Di civînê de rewşa dabînkirina kehrebê li parêzgehê, girîngtirîn astengiyên ku tora kehrebê pê re rû bi rû dibe hatin gotûbêjkirin, bi taybetî kêmbûna hilberînê û xirabûna hin xetên veguhestin û belavkirinê.

Piştî hevdîtinê şandeyê serdana stasyonên guherînê û navendên belavkirinê kir, da ku amadebûna wan a teknîkî û asta performansê bişopînin, hewcedariyên çaksazîkirinê û piştevaniya pîşeyî binirxînin ku planên lezgîn ên başkirina kehrebê deynin.

Di heman demê de îro, li avahiya parêzgehê, civîneke amadekariyê ya komîteya entegrasyonê li gorî sazûmaniya ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve hatiye pejirandin, bi amadebûna kesên peywendîdar ji rêveberî û beşên eleqedar, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat lidarxistin.

Beşdaran girîngî da hevkariya hevbeş û zêdekirina hewldanên serxistina proseya entegrasyonê.

(fr)