Trump: Îranê daxwaza agirbestê kir

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku rêveberiya nû ya Îranê ji Washingtonê daxwaza agirbestê kiriye. Trump agirbest bi şertê ku Tengava Hurmuzê bê vekrin ve girêda. Serokê Meclîsa Îranê Qalîbaf bi tundî bertek nîşanî rayedarên DYA’yê da.

Trump: Îranê daxwaza agirbestê kir
1 nîsan, 2026   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku rêveberiya nû ya Îranê ji DYA’yê daxwaza agirbestê kiriye.

Trump li ser platforma medyaya dîjîral Truth Socialê daxuyaniyek da û got, "Serokê rejîma nû ya Îranê ji selefiyan kêmtir radîkal e û baqiltir e, ji DYA’yê daxwaza agirbestê kir.” Trump anî ziman ku Washington bi vekirina Tengava Hurmuzê re wê vê daxwazê ji nû ve binirxîne.

Trump di peyama xwe de got, "Tengava Hurmuzê vekiriye,  kengî azad û ewle bibe em ê vê yekê binirxînin.” Trump diyar kir ku heta wê demê wê zexta leşkerî li ser Îranê berdewam bike. Serokê DYA’yê di daxuyaniya xwe de gefêntund li Îranê xwar.

TRUMP WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt ragihand ku Trump wê roja Çarşemê li gorî saeta herêmî seat di 21.00’an de derbarê Îranê de wê ji gel re biaxive. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di axaftinê de wê derbarê Îranê de “nûjeniyeke girîng” bike. Tê payîn ku di axaftinê de wê li se rêveçûna şer û gavên dîplomatîk ên gengaz de peyam bên dayîn.

TEHRANÊ BI TUNDÎ BERSIV DA RUBIO

Her wiha Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bager Qalîbaf bi tundî bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio ku gotibû divê Îran pereyên ku ji bo çekan xerc dike ji bo gelê xwe xerc bike. Qalîbaf di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal de îdia kir ku DYA dixwaze çavkaniyên Îranê desteser bike û herêmê veguherîne qadên şer ên nû.

Qalîbaf tinazê xwe bi rêveberiya Washingtonê kir û îdia kir ku niyeta rastîn a DYA’Yê ew e ku zeviyên petrolê kontrol bike, Îsraîlê bêtir çekdar bike û li herêmê "Xezeyên nû" ava bike.