Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê didome

Li Hesekê hîn jî ji ber nedayîna mazotê bi awayekî sîstematîk, jenerator tên rawestandin. Şênî û firoşkarên mazotê diyar dikin ku beşeke mazota jeneratoran tê firotin û ev dihêle ku bandor li saetên vêxistina wan bibe.

Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê didome
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê didome
Li Hesekê pirsgirêka kehrebeyê didome
22 tîrmeh, 2026   04:11
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Pirsgirêka qutbûna kehrebeyê li bajarê Hesekê, ji ber rawestandina jeneratoran û nedayîna mazotê bi awayekî sîstematîk, didome. Xelk di demekê de ku germahiyê zêde ye, ji ber kêmkirina saetên vêxistina jeneratoran û xwediyên jeneratoran li gorî bernameya ku hatiye danîn tev nagerin, gazinan dikin. 

Hejmareke şêniyan û şahidên vê rewşê diyar kir ku xwediyên jeneratoran dereng jeneratoran vêdixin û beriya ku saetên ku hatine diyarkirin temam bibin, vedimirînin.

Kesên ku mazotê bi şêwazekî derveyî benzînxaneyan difiroşin, destnîşan kir ku ew rojane 25-40 lître sotemeniyê ku buhayê wê 8-9 hezar lîreyê Sûriyeyê ye, ji xwediyê jeneratoran dikirin, ew jî lîtreyekê bi 10 hezar lîreyî difiroşin. Ev miqdara ku xwediyên jeneratoran difiroşin, para vêxistina jeneratoran e.

Ajansa me dîmenek ku ji hêla şahidekî ve hatiye girtin, bi dest xist. Di dîmen de xwediyên jeneratoran 5 bermîlên mazotê difiroşin firoşkarekî.

Firoşkarê mazotê yê bi navê Ezîz Ewad Hisên Silêman da zanîn ku hinek xwediyên jeneratoran mazotê difiroşin wan, carinan jî ew mazotê ji xwediyên wesayetên şaredariyê jî digirin.

Silêman destnîşan kir ku miqdara ku ji wan re ji bo kirînê tê, dema ku xwediyên jeneratoran para xwe ji mazotê digirin, tê zêdekirin.

Beriya niha Şaredariya Gel a Hesekê ji ajansa me re diyar kiribû ku sedema kombûna çopê li bajêr, kêmbûna mazotê ye.

Firoşkarê mazotê Ebdulrehman Silêman jî da zanîn ku hin xwediyên jeneratoran beşeke para xwe ya mazotê difroşin, ne tenê xwediyên jeneratorên li bajêr, ên li kampan jî vê yekê dikin.

Silêman diyar kir ku ew mazotê ji xwediyên jeneratorên li Til Hemir, El Şok û taxa El Ezîziyê yên li bajarê Hesekê dikire, xwediyên jeneratoran piştî ku mazotê digirin saetên vêxistina jeneratoran kêm dikin û ya mayî difiroşin.

Ebdulrehman Silêman destnîşan kir ku miqdara ku ji hêla hinek xwediyê jeneratoran û wesayetên şaredariyê 25-40 lître ne, carinan ên wesayetên mezin digihêje bermîlekê û ew lîtreyekê bi 8-9 hezar lîreyî dikire.

Li kolanên giştî û sereke, li ber çerxerê û li qadên li bajarê Hesekê firoşkar mazotê difiroşin. Buhayê her lîtreyeke mazotê bi 10-12 hezar lîreyî ye, ev buha li gorî devera ku firoşkar lê mazotê difiroşin, hatiye diyarkirin.

Ji bo dabînkirina pêwîstiyên sektora xizmetguzariyê Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê 16 sehrîcên mazota xizmetguzariyê, lîtreyeke mazotê bi 125 lîreyan radestî aliyên peywendîdar dike, beşa jeneratorên kehrebeyê yên taxan jî yek ji wan aliyan e. Rojane ji bo her jeneratorekê (ên ku 8 saetan kehrebeyê didin) 220 lître tê dayîn, ev par 2 rojan carekê ji bo Hesekê û Qamişlo û gundewarên wan tê dayîn.

(sb)

ANHA