Baregehên Tirkiyeyê li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê asteng in

Koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku vegerin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku mayîna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Serêkaniyê li ber vegera koçberan asteng in.

Baregehên Tirkiyeyê li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê asteng in
22 tîrmeh, 2026   05:58
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Sala 2019`an piştî ku dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê Serêkaniyê dagir kir, dewleta Tirk baregehên xwe yên leşkerî li gelek gundên Serêkaniyê danîn. Mal û milkên şêniyên Serêkaniyê wêran kirin û kirin navendên leşkerî.

Di Peymana 29`ê Çile ya QSD û hiuûmeta demkî de hatiye gotin ku hemû koçber vegerin warê xwe. Lê niha baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li bajarê Serêkaniyê, gundê El Ferec, El Dawidiyê, El Erîşa, El Menax û El Amiriyê hene û şêniyên wan gundan ji ber vê yekê nikarin vegerin gundên xwe.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê dosya hebûna baregehên Tirkiyeyê li Serêkaniyê û gundên wê xistibû rojeva komîteya pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê.

Ji rêveberên komîteya Zehra Semo der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Dibe ku hinek baregehên Tirkiyeyê yên li gundên Serêkaniyê vala bikin, lê ji bo valakirina baregehên li bajar hîna zehmetî hene û ev dosya çareser nebûye.”

Parêzer û gerînendeyê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso jî got: “Li ser asta siyasî û ewlehiyê heyanî niha fermî dosya baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê nehatiye nîqaşkirin. Heyanî baregehên Tirkiyeyê li Serêkaniyê bin, şênî wê ne rehet bin. Ji ber şêniyên Serêkaniyê ji ber dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê koçber bûn. Heyanî bajarê Serêkaniyê di destê Tirkiyeyê de be koçber ditirsin dema ku vegerin werin girtin an jî di bin navê tolê de ziyanê bidin wan.”

Dosya vegera koçberên Serêkaniyê di rojevê de ye lê koçberên Serêkaniyê dibêjin koçberên ku vegeriyan ji ber hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wan, zehmetiyan dibînin.

(np)

ANHA