Li Hesekê pira ʹDolab Uwêsʹ a xwedî girîngiyeke mezin tê tamîrkirin

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lêçûna 250 hezar dolarî dest bi tamîrkirina pira ʹDolab Uwêsʹ a Hesekê kir. Ew pir taxên bakurê bajêr bi taxên başûr ve girê dide.

18 îlon, 2024   06:10
HESEKÊ
 HENAR ÎBRAHÎM

Pira Dolab Uwês xwedî girîngiyeke pir mezin e, ji ber ku ew pira tekane ye ku taxên bakurê bajarê Hesekê bi yên başûrê wî ve girê dide. Her wiha ew pir tevgera çûn û hatinê û giraniya li ser pira Bêrûtî ya li taxa Xiwêran kêm û sivik dike. Ji lew re Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi tamîrkirinê kir.

Di zivistana par de ji ber barana zêde û lehiyên çemê Xabûrê  pir hilweşî.

Daîreya Fenî ya Yekitiya Şaredariyan dest bi qonaxa bingehê kir.

Dirêjiya pirê 41 metre, kêmberiya wê 8 metre û bilindahiya wê 5 metre ne. Têkildarî mijarê rêveberê Komîteya Şopandinê, endazyar Ehmed Ebdurehîm axivî û got: "Li gorî pîvanên ewlehî û kalîteyê ji bo garantî û bikaranîna wê bi demeke dirêj projeya tamîrkirina pirê tê kirin."

Endazyar Ebdurehîm diyar kir ku lêçûna projeyê nêzî 250 hezar dolar e û çaverê ye ku di 8 mehan de proje bi dawî bibe.

Di dawiya axaftina xwe de Ebdurehîm diyar kir ku proje li Nivîsgeha Lêkolînan a Yekitiya Şaredariyan ji hêla endezyarên pispor û şêwirmendan ve hatiye lêkolînkirin.

(mh)