Çalakvan Îman Ebû Esaf: Jin Jiyan Azadî bû sembol û bingeha guhertina rewşa jinan

Çalakvana hiqûqî Îman Ebû Esaf diyar kir ku tevî hewldanên desthilata Îranê yên înkarê jî Serhildana Jin, Jiyan, Azadî berdewam dike û got "Jin, Jiyan, Azadî bû sembol û bingeha guhertina rewşa jinan."

Çalakvan Îman Ebû Esaf: Jin Jiyan Azadî bû sembol û bingeha guhertina rewşa jinan
18 îlon, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Serhildana Jin, Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de dest pê kir, ket sala xwe ya sêyemîn.

Çalakvana hiqûqî ya ji bajarê Siwêdayê Îman Ebû Esaf der barê serhildanê de ji ajansa em re axivî. Îman diyar kir ku tevî hemû hewldanên înkarê yên ji aliyê desthilata Îranê ve, lê serhildan berdewam dike û got: "Şoreşa bi pêşeniya jinan bi rêbazên cuda dewam dike. Ragihandina fermî ya rejîma Meleyan vê rastiyê înkar dike, lê nûçe belav dibin ku tevgera dewam dike."

Îman destnîşan kir ku dengvedan û bandora serhildanê wek sembolekê xuya dike û wiha domand: "Ez bawer dikim ku deng û bandora tevgerê di îlhama xwe de pêşî wek sembol, paşê wek axaftinek xuya dike. Piştî wê bingeha avakirin û guherandina rewşa jinan danî. Divê em bi bîr bînin ku ya ku qewimî beriya ku îlankirina hêrsa rewa be bûyerek çandî bû ku bû sedema guhertinên di bingehên têgihîştina kevneşopî ya  ku bi destê sîstema olî û baviksalar hatibû çêkirin."

’JIN, JIYAN, AZADÎ BERBELAVÎ HINDISTANÊ DIBE’

Li bajarê Kalkuta yê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê Tebaxê bijîşkeke jin hat tecawizkirin û paşê hat qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk û jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwepêşandan li dar xist.

Têkildarî mijarê Îmanê got: "Dema ku deng li Hindistanê belav bibe, ev tê wê wateyê ku di demek nêzîk de wê çêbibe. Medyaya cîhanê dê di dîrokê de yekem car bi naskirina berxwedana jinan mijûl bibe. Ev  yek jî ku tevgerên çandî û pratîkî pêwîst dike."

Têkildarî xwepêşandanên jinên Siwêdayê yên li hemberî siyasetên hikumeta Şamê jî Îman ev tişt anî ziman: "Jinên Siwêdayê pergelek despotizmê ya çeker derbas kir û ji bo ketina di qada siyasî karîbûn gavên pêşîn biavêjin. Jin serxweş bûn ku pêwîst bi lehengî û karekî cidî hene."

Îman Ebû Esaf têkildarî siberoja Serhildana Jin, Jiyan, Azadî û bandora wê li civaka Îranê jî got, serhildanê hişt rewşa jinan û rola wan di rizgarkirin û pêşketinê de, di çarçoveyeke çandî de bê nîqaşkirin.

Îmanê got encamên serhildanê gelek in û wiha dom da axaftina xwe" Dê şert û mercên pişaftin, înakirin û darvekirinê jî li dû xwe bihêle. Xuyaye ku di pêvajoya pêş de wê destkeftiyeke wisa were bidestxistin ku bi şoreşa giştî re hevseng be. Heta wê demê geşedanên navneteweyî yên niha yên ku Îran jî ketiye nav de, dê vê destkeftiyê bi rêya girtekên hişk, dereng bixe. Ji ber ku pergal bi nêrîneke tarî ya radîkal ve girêdayî ye ku fêm nake fişara duqat rêya herî baş û kin a serhildana li dû hev e ."

‘AZADIYA JI BENDÊN ÎDEOLOJÎK’

Îman îşaret pê kir li dijî hemû cureyên tundiyê divê jin xwe tabûyên sazûmana olî qut bibin, mejiyê xwe ji qeydên îdeolojîk rizgar bikin û hewl bidin ku vê destkeftiyê bixin têgîna çandî.

Îman Ebû Esaf bang li jinan kir ku li hember çand û nirxên paşverû yên gelan li ber xwe bidin û got: "Ev berxwdan divê bi rêya perwerdekirinê û hişmendiyeke wisa be ku fêm bike rêgezên qanûnî yan dîrokî yan jî olî yên feşartî û li ser nayê axaftin, armanca sereke ya derbekirina jinan e. Ji vir avakirina projeyê dest pê dike."

(şx)

ANHA