Li Hesekê her kes di nava seferberiyê de ye

Li Hesekê rewşa awarte û seferberiya giştî heye û her kes di nava amadebaşiyê de ye. Gel taxên xwe diparêze. Meclisa bajêr jî ji bo dabînkirina nan, sotemenî û avê di bê navber dixebite.

Li Hesekê her kes di nava seferberiyê de ye
24 ÇILE, 2026   03:05
HESEKÊ
HINAR IBREHÎM –BOTAN HISÊN

Gelê Hesekê li gorî seferberiya giştî bê navber ketiye nava tevgerê. Civak hemû taxên xwe diparêze, bi hêzên ewlekariyê re di hemû çeperên parastinê de cih digire. Bi vê tevgerê re saziyên xizmetguzariyê ji bo dabînkirina nan, sotemenî û madeyên jiyanî yên gel di nava tevgerê de ne. Tevgera gel li Hesekê peyama seferberî ne tenê di aliyê leşkerî de ye, lê di hemû qadên jiyanê de gel seferber bûye, dide. 

Der barê rewşa li bajar de hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo got li bajar rewşa awerte didome û got ku dixwazin bi rêya medyaya dijîtal gel bitirsînin û bidin koçberkirin.

Tozo da zanîn li hemû kolanan welatî parastina taxên xwe dikin û got: “Meclisa me ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên welatiyan di nava tevgerê de ye. Em mazotê dabîn dikin, di heman demê de li tevahî taxên bajar nan tê belavkirin.”

Tozo da zanîn ku ji bo welatiyên bajarê xwe diparêzin wan mazot li jeneratoran belav kiriye û niha rojane 14 saetan kehrebe tê dayîn û wiha dom kir: “Bi perspektîfên komîteyê jenerator niha kehrebeyê heta saetên sibê didin. Av jî bi rêya stêran li welatiyan tê belavkirin.”

ANHA